Li navçeya Rewanduz ya ser bi Hewlêrê, ji aliyê rêveberiya pirtûkxaneya Elî Mekteb ve pêşangehek pirtûkan hate vekirin. Ev pêşangek bi otomobolê li taxên Rewandizê tê gerandin.

Di pêşangehê de bi sedan pirtûkên rewşenbîrî, fikrî, edebî, derûnasî, zanyariyên giştî û çandî hene.

Rêveberê pirtûkxaneya Elî Hejar Îbrahîm behsa armanca pêşangehê kir. Hejar got, pirtûkxaneya gerok asankariyê ji bo xwendekaran çêdike. Hejar da zanîn ku wan nirxê pirtûkfirotinê şikandine û xwendekar dikarin bi nirxekî erzan pirtûkan bidestbixin.

 

REWANDUZ/ROJNEWS