Radyo net ku niha 17 bernameyên cuda daniye pêşiya xwe, armanc dike ku di rojên pêş de li Riha û herêmê bibe radyoya herî pêşketî û herî zêde tê guhdarkirin.
Koordînatorê Radyo Net Rohat Emekçî, anî ziman ku ew dixwazin kevneşopî û rêça Radoya Karacadagê berdewam bikin. Emekçî, anî ziman ku ne tenê li Rihayê, dixwan li herêmê herî zêde bê guhdarkirin û bibin radyoya sereke. Emekçî, da zanîn ku ew di pêşerojê de armanc dikin ku bi 17 bernameyên cuda derkevin pêşberî guhdarên xwe û bi zimanê kurmancî 'dimilî-kirmancî) Erebî, Tirkî û zimanên din ji guhdarên xwe re xizmeta weşanê bikin. Emekçî, destîşan kir ku li herêmê radyoya herî ewil bi Kurdî weşan kir Radyo Karacag bû û ew dixwazin vê kevpeşopî û rêçê belav bikin.
Rohat Emekçi, bilêv kir ku Radyo Netê nêzî 5 salin ev kevpeşopî ji Karacadagê girtine û wiha berdewam kir: "Radyoya Karacadag di sala 1997'an de li Rihayê hate avakirin. Yekem radyoya bi Kurdi weşan dikir. Lê ji ber ku li herêmê herî zêde dihat hezkirin û guhdarkirin RTUK'ê salekê biryara girtinê da. Piştî salekê di sala 1998'an de Radyo Karacadag dîsa dest bi weşanê kir. Dîsa bi îdîaya "Cudakariyê dike" 4 caran her carê mehekê dihat girtin. Dîsa bi heman hincetê di sala 1999'an de heta meha îlonê hate girtin. Radyo Karacadag di meha îlonê de dîsa dest bi weşanê kir. Ji ber zext û zoran 5 sal berê bi navê Radyo Net dest bi weşanê kir."
Emekçi, anî ziman ku di serdema nû de bi 3 zimanan û bi 17 bernaemyên cuda dest bi weşana nû dikin û dê bibin radyoya herî zêde tê guhdarkirin.
'Em radyoya alternatîf in'
Emekçî diyar kir ku Radyo Karacadag di jiyana weşana xwe ya 16 salan de her tim rastî zextan hatiye û wiha got: "Radya ji salên 90'î heta îro bi kedek mezin hat vê rojÊ. Demek dirêj radyo girtî ma. Sedema wê jî ev bu yekane radyaya ku weşana alternatîf dikin. Di salên 90'î de komkujî çêbûn, girtin hebûn, zextên li gel gelÊ Kurd û zimanê gelê Kurd hatibû asteke dijwar û tenê vê radyoyê rastî diweşand. Yekemîn car nûçegîhaniya Kurdî bi Radyoyaya Karacadag dest pêkiriye. Û demeke dirêj bi rastî zextên dewletê hatiye."
Emekçî da zanîn ku ewa niha dema weşana xwe ya nû 3 mehan li pişt xwe hiştine û got armanca me eve ku Radyoya Karacadag ya ku bi kedeke mezin h atiye van rojane, di dema weşana nû de bidomînin. Emekçî destnîşan kir ku bi ekîbeke ku ji 13 kesan pêk tên bi lehçeyên Kurdî yên wekî (kirmackî û zazakî), Tirkî û Erebî 17 bernameyan çêdikin. Emekçi di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Armanca me ne tenê Rihaye. Hedefa me eve ku em li seranserê herêmê alternatîfê biafirînin, bibinradyoyeke ku ji rastiyan tavîzê nade. Di nava 3 mehan de polîsan bi ser radyoyê de girt. Ji aliyê polîsan ve wekî ku radyoya me nas bikin, serdan çêbû. Piştî sohbetê, wekê hişyariyê gotin ji me re gotin. Piştî demekê bi îdiaya ku me kesek veşartiye ji laiyê TMK'yê bi ser radyoyê de girtin. Bi pêkanûnên dijmirovahiyê serdan pêk anîn. Piştî vê me serî li ÎHD'ê da. Li herêmê û Rihayê jib lî Kurdî em nûçeyên Tirkî û Erebî jî diweşînin. Tişta ku nabînin jî eve. Ev bernameyên ku em çêdikin, wan nerehet dike û serdagirtinên wisa dikin. Lê tu zext tê weşangeriya me ya radyonetê têk nebe. Em dê dengê xwe bigîhinin hebûn nasnameyan."
Emekçî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku di 17 bernameyên ku radyonet digihîne guhdarvanên xwe, de ev tişt hene: "Zarok û xewn, rojnameya ku diaxive, posteya daxwazê, bi her zimanî tenduristî (Erebî), Çîroka Kurdî, nûçeyên Zazakî, nûçeyên Kurmanci, nûçeyên Tirkî, saetâ înê (Kurdî- bernameya olî), Destar (wêjeya Kurdî), jiyan û tenduristî, stran evîna me ne, senfoniya helbestan, zerzeng ( hilbijarteyên Kurdî- wêje), beyanameya mafê mirovan, beyanameya mafê zarokan,beyanameya mafê jinan, dîroka Kurdî (di dîrokê de îro)." Her wiha di hefteyên pêş de jî bernameyên bên weşandin wihane: "Nûçeyên Erebî, veguhertina bajar, çîrokên Roboskiyê."
'Radyoya bindestan e'
Pêşkêşvanê bernameya Destar (Wêjeya Kurdî) Bawer Ruken diyar kir ku di weşanê de cih didin helbest, muzîk, dîrok û çîrokên Kurdî û wiha pê de çû: " Heta ku ji destê me tê em wêjeya Kurdî û çanda Kurdî pêşkêşî gelê xwe dikin. Em bertekên erînê digirin." Pêşkêşvanê din Osman Îzgor jî tenê li Rihayê Radyonet bernameya Kurdî dike û got jiber ku gel wêje û dîroka Kurdî naxwîne ev bername gelek bi fêdeye.
DÎHA/RIHA