
Hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê (YPJ Şengal) û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û di bin navê “Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgariya Şengalê” fermandariyeke hevbeş ava kirin.
Hêzên YBŞ, YPJ Şengal û HPŞ pêr piştî nîvro li Biryargeha YBŞ’ê hatin cem hev û bi daxuyaniyekî fermî di bin navê “Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgariya Şengalê” de fermandariya xwe ya hevbeş îlan kirin.
‘Em li benda desteka PKK,YNK û PDK’ê ne’
Fermandarê YBŞ’ê Mazlûm Şengal daxuyanî da û bang li hemû hêzên li Şengalê têdikoşin kir, ku di bin dîwana Fermandariya Hevbeş a Şengalê de têbikoşin.
Di daxuyaniyê peyamên yekîtiyê hatin dayîn û ji bo pêngava rizgarkirina Şengalê banga destekê li hêzên Kurdistanî PKK, YNK û PDK’ê hat kirin. Fermandariya Hevbeş her wiha heman destek ji hêzên koalîsyonê jî xwest.
‘Ne tenê erka Êzîdiyan e’
Şengal da xuyakirin ku rizgarkirina Şengalê ne tenê erka hêzên Êzîdiayan e, rizgarkirina Rojhilata Navîn û Kurdistanê di Şengalê re derbas dibe û got, “Em li bendê ne ku ne tenê hêzên Êzîdî, hemû pêkhateyên dibêjin em însan in û xwedî wijdan in, destekê bidin berxwedana Şengalê. Hemû hêz dikarin di rizgarkirina Şengalê de cihê xwe bigirin. Dîsa bila neyê ji bîrkirin, rizgarkirina Şengalê azadiya Kurdistanê ye. Azadkirina Şengalê azadkirina Rojhilata Navîn e. Em bi vê nêzikatiyê her kesî vedixwînin têkoşînê. Her wiha Şengal cihê dîroka însanetiyê lê destpê kiriye, cihê pêşketina civakîbûnê ye. Ji bo vê em li bendê ne hemû kes destekê bide. Ji bo azadkirina vê xaka pîroz, em bang li hemû hêzên li Şengalê ne dikin, di bin sîwana Fermandariya Hevbeş a me damezrandiye de cih bigirin û bi hev re tevbigerin. Bi vê pêngava xwe re em ê mizgîniya azadiya Şengalê bidin gelê xwe. Ji bo afirandina mercên jiyaneke azad a li ser xaka pîroz em soz didin gelê xwe. Ji her kesî re serketinê dixwazin.”
Her kes bi rengê xwe tevlî bibe
Ji Fermandarên YPJ Şengal Bêrîvan Axîn ku ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên hîna di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl in û azadkirina Êzîdxana pîroz bang li hemû hêzan kir, ku di bin sîwana Fermandariya Hevbeş de têkoşîn bimeşînin. Her wiha diyar kir ku bi taybetî jin divê bi rengê xwe di nava berxwedana Şengalê de cih bigirin û wiha axivî; “Em jî weke Yekîneyên Jinên Êzîdî diyar dikin ku em ê di nava vê fermandariya hevbeş de cih bigirin. Ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl in û azadkirina Êzîdxana Pîroz, em hemû hêzan vedixwînin ku di bin sîwana Fermandariya Hevbeş a îro me yekem pêngava wê avêtin de, têkoşîn bimeşînin. Em li bendê ne ku di nava vê berxwedanê de jin jî bi rengên xwe cih bigirin.”
’Şengal a me hemûyan e’
Damezrînerê HPŞ’ê Heyder Şeşo jî destnîşan kir ku ew di rojên dîrokî û pîroz re derbas dibin, bang li hemû hêzên li Şengalê kir da ku di bin sîwana Fermandariya Hevbeş de têdikoşin û wiha axivî; “Em bang li hemû hêzên ji bo azadiya Êzîdxana pîroz şehîd dane, di bin sîwana Fermandariya me ya Hevbeş de bibin yek, dikin. Eger yekitî çêbibe, em ê bikarin Şengalê ji dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin û azad bikin. Me ji bo vê yekê pêngavek wiha avêt, îro ji bo me hem rojek pîroz û dîrokî ye. Îro em hêzên HPŞ, YBŞ û YPJ Şengal hatin gel hev û me Fermandariya xwe ya Hevbeş îlan kir. Ji bo vê em li bendê ne ku hêzên din ên li Şengalê ne dibin sîwana Fermandariya Hevbeş de bên gel hev. Em îro hemû bi logo û rengên xwe tevlî Fermandariya Hevbeş a bi pêşengiya ‘Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo azadiya Şengalê’ bûn. Û em ê bi vî şêweyî Şengalê azad bikin. ji bo vê jî divê hemû kes di bin vê sîwanê de bibin yek. Ji ber ku Şengal a me hemû ya ne. Wê Fermandariya me ya Hevbeş ji bo azadkirina Şengalê rol bilîze. Ji bo vê jî di serî de hêzên weke PKK, YNK û PDK, em li bendê ne ku hemû hêzên Kurdistanê destek bidin û berpirsiyartiyên xwe bînin cih.”
ANF/ŞENGAL
Li Şengalê derbên giran li çeteyan xistin
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê derbarê operasyonên ji 8’ê Cotmehê ve tê birêvebirin û pevçûnên di 28’ê Cotmehê de qewimiye de, daxuyani weşandin. Li gor daxuyaniyê li Şengalê ji 8’ê Cotmehê ve 100 çete hatin kuştin.
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku di 28’ê Cotmehê saet di 17:00’an de, li derdora Xeyr Nasir, Sîttî Zeynep û girê Xeyr Nasir ên li navenda Şengalê, bi qasî saet û nîvekê şer qewimiye.
YBŞ’ê ragihand ku çeteyên ku êrîşî niqte û çeperen hêzên wan yên berxwedanê kirine û rastî bersiveke bi bandor hatine. Her wiha di encama vê pevçûnê de 24 çete hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn.
Hêzên koalîsyonê jî li çeteyan da
Fermandariyê her wiha ragihand ku di heman saetan de balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî 12 caran li çeteyên li navenda Şengalê xistine.
Balafirên şer ên hêzên koalîsyonê baragehên çeteyên DAIŞ’ê yên li navenda bajarê Şengalê de bombebaran dikin.
Balafirên şer ên koalîsyonê pêr piştî şer û pevçûnên dijwar ên di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên YBŞ’ de rûdan de, navendên çeteyên DAIŞ’ê yên li Şengalê bombebaran kirin.
Ji 8’ê Cotmehê ve 100 çete hatin kuştin
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kirin ku ji 8’ê Cotmehê ve di operasyona li Geliyê Şîlo, derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistine û di pevçûnan de 100 çete hatine kuştin.
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Di operasyona ku hêzên me yên YBŞ’ê, 8’ê Cotmehê li Geliyê Şîlo destpê kirin û hêzên me yên HPG-YJA Starê piştîgirî danê, çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin û nêzî 100 çete hatin kuştin. Di vê operasyona ku çeteyan derbeyên giran xwarin zêdetirî 20 cenazeyên çeteyan û gelek kelûpelên leşkerî û cebilxane hatin desteserkirin.
Piştî operasyona li Geliyê Şîlo ku 8’ê Cotmehê destpê kiribû, hêzên me derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê yên li navenda Şengalê jî xistin. Di vê çarçoveyê de danê êvarî saet 17.55’an li navenda Şengalê, çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin. Hejmarek mezin mirî û birîndarên çeteyan hene. Agahiyên bi detay wê paşê ji raya giştî re bên parvekirin.”