Roboskî-Der bi dirûşma ‘Em komkujiya Roboskê vala derdixin, xwedî li zimanê xwe derdikevin’ kampanyaya perwerdehiya kurdî da destpêkirin û ji şaxa KURDÎ-DER’ê ya Şirnexê alîkarî xwest. Rêvebirên komeleyê û KURDÎ-DER’ê civîn girtin û di encamê de biryara vekirina kursê hat girtin. Rêvebirên şaxa KURDÎ-DER’ê ya Şirnexê Mehmet Barut û Umran Yîgît, Roboskê-Der ziyaret kirin û amûrên ku dersa kurdî bê dayîn teslîmî komeleya Roboskê-Der kirin. Biryar hat girtin ku dê roja pêncşemê dersên kurdî bên dayîn û her wiha dê şaxa KURDÎ-DER’ê ya Şirnexê bi boneya 21’î Sibatê Roja Cejna Zimanê Zikmakî li Şirnexê meşekê lidar bixin û bang li hemû kesî hat kirin ku tevli meşê bibin.

Rêvebirê şaxa KURDÎ-DER’ê ya Şirnexê Mehmet Barut diyar kir ku dê bi dersên kurdî ve bersivê bidin zext û zordariyên pergalê û ev yek li hember komkujiya çandî bersiva herî baş e. Barut ji bo alîkariyên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ku ji bo vekirina kursa ziman hatine dayîn, spasiyên xwe pêşkeş kir. Xwîşka Serhat Encu ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû Hanim Encu balkişand li ser girîngiya perwerdehiya ziman û da zanîn ku bi tunekirina ziman ve komkujî tê meşandin û ger nivîsandin û xwendina bi kurdî pêş bixin dê polîtîkayên komkujiyê vala derxin.

ŞIRNEX