Duyemîn Mîhrîcana Şanoya Kurdî ku bi dirûşmeya, “Li ser dika şanoyê jiyana azad ava dibe”, di 27’ê Adarê de li bajarê Qamişlo dest pê kiribû, didome. Bi dehan kom ji gelek bajarên Rojava bi lîstikên xwe beşdarî mîhrîcanê bûn.
Derhênerê Şano Hesen Remo ku ew jî bi lîstika “Gemardank” beşdarê mihrîcanê bûbû û hemû lîstikên din ên mihrîcanê şopandin, nêrînên xwe derheqa şanogeriya Rojava de îfade kirin. Remo diyar kir ku asta şanogeriya Kurdî li Rojava her ku diçe bilind dibe. Hesen Remo, rewşa şanogeriyê li Rojava beriya şoreşê bi bîr xist û wiha peyivî: “Bi tenê hin skeçên kurt û lawaz dihatin pêşandan. Jixwe dekor, ronahî û mûzîkên wan tune bûn. Bi tenê di cejnên Newrozê û hin munasebetên din bi dizî hin skeç dihatin pêşandan.”
Gel jî fêrî şanoyê dibe
Remo got, pêşketina şoreşa Rojava bandorek mezin li ser xebata çand û hunerê û nexasim jî şanogeriyê çêbû û wiha domand: “Bi pêşketina senaryo, dekor û lîstikvaniyê Li Rojava şanogerî gihişt ber qonaxeke pisporî. Her wiha gelê me jî êdî fêrî temaşekirina şanoyan bû. Ji roja yekemîn a festîvalê heya niha rojane bi sedan kes dihatin û li şanoyên me temaşe dikirin. Wan nêrînên xwe yên derbarê şanoyê de îfade dikirin û lîstikên şanoyê dinirxandin.”
Me hêla xwe yan noqsan jî dîtin
Remo got, wan bi navlêkirina festîvala şanoya Kurdî dixwest ku hemû hêmanên şanoyan Kurdî bin, ango bibin neynika rewşa jiyana civakê û dengvedana bûyerên vê civakê. Remo axaftina xwe bi vî rengî domand: “Ji bo ku ev armanc pêk bê, divê nivîskar, derhêner û lîstikvan Kurd bin, da ku pevre rastiya jiyana civaka xwe vebêjin û ragihînin. Ji ber ku bi tenê xwediyê êşekê dikare êşa xwe bi hostahî vebêje”.
Remo, di dawiya axaftina xwe 2. Mihrîcana Şanoya Kurdî weke serketî nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mihrîcan ji aliyê temaşevan û gelê me ve hat ecibandin. Lîstikan hest û mejiyê civakê digotin. Lê belê me di vê mihrîcanê de, xalên kêm ên di şanogeriya Kurdî de nas kirin û em ê hewl bidin di xebatên xwe yên dema pêş de derbas bikin.”
MÎDYA HENAN/ANHA/QAMIŞLO