
Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a her sê Kantonên Rojava(Kobanê, Cizîr û Efrînê) li ser rewşa jinê ya Rojava, civîna xwe ya salan e pêr li Kobanê li dar xist.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo, Endama Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Perwîn Mihemed, ji Kobanê Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Foziye Ebdî, Cîgira Meclîsa Rêveber Bêrîvan Hesen, Seroka Desteya Jinê Emîne Bekir, Hevseroka Şaredariya Gel Zehre Berkel, Hevseroka Meclîsa Dadê Nesra Xelîl û Endamên Kantona Efrînê bi rêya Skype beşdarî civînê bûn.
Piştî rewşa siyasî hat nirxandin, rapora Koordînasyona Jinê ya her sê kantonan hat xwendin û li ser xebatên nû biryar hatin sitandin.
Biryarên girîng ên civînê
-Piştgiriya herêmên Şehba ji aliyê perwerdê û vekirina koperatîfên hevbeş.
-Temamkirina xebatên avakirina Meclîsa Dada Jinê li hersê Kantonan.
-Piştevaniya Projeya Federaliya Bakurê Sûriyeyê.
-Ji bo 8`ê adarê lidarxistina hemleyên hevbeş.
-Bihêzkirin û aktîfkirina koordîneya di navbera desteyên jinê de li hersê Kantonên Rojava.
KOBANÊ