SZK’ê roja zimên li hemû gelan pîroz kir. Her wiha hemû pêkhateyên Rojava beşdarî van meşan bûn. SZK’ê li bajarê Girkê Legê bi beşdariya sedan ji xwendekaran ên hemû pêkhateyên herêmê meşek lidar xist. Meş ji Meydana Şehîda Xebat Dêrik a bajêr dest pê kir. Di meşê de pankatên bi nivîsên “Zimanê Dayîkê û Perwerdekirina azad misogeriya netewa demokratîk e, ziman nasnameya gelan e, ziman rêbaza bingehîn a têkliyên di navbera gelan de ye û ziman rihê gel û netewa ku pê diaxive ye.” hatin rakirin. Li bajarê Dêrikê jî bi heman armancê meşek ji Meydana Azadî ya bajêr bi beşdariya sedan ji xwendekar û welatiyên bajêr hate lidar xistin. Di vê meşê de jî durişmên wekî “jiyan bê ziman nabe” hatin gotin. Girseyê berê xwe dan bazara navendî ya bajêr. Li vir piştî rêzgirtinê, daxuyaniya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a bajarê Dêrikê hate xwendin. Çalakiyeke din jî li bajarê Amûdê bi tevlîbûna hezaran xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî li Meydana Şehîd Cîhad Dêrik pêk hat. Di meşê de her wiha alên kurdî yên wekî SZK’ê, TEV-DEM’ê û YPG’ê hatin bilind kirin. Girseyê meşa xwe heta ku gihîştin pêşiya Navenda Perwerdeya Zimanê Kurdî ya Reşîd Kurd berdewam kirin. Li vir Endama SZK’ê Rojîn Şiwîş derbarê rola ziman di dîroka civakan de axivî û diyar kir ku civaka nizane bi zimanê xwe bixwîne û binivîse hebûna wê jî tune ye. Li bajarê Dirbêsiyê, Qamişlo, Kobanê, Til Temir û gelek bajarên din yên Rojava ji bo parastina ziman xwepêşandan hatin lidarxistin.
ANHA/QAMIŞLO
Perwerdeyên Yekîtiya Star didomin
Akademiya Yekîtiya Star a Ramanê ya Rimêlan dewreyeke din a perwerdeya jinan ku bi tevlîbûna 30 jinan hatibû destpêkirin bi dawî kir. Dewreya jinan bi tevlîbûna 30 jinên ji bajarên herêma Cezîrê hatibû destpêkirin.
Di dewreya ku 22 rojan dewam kir de jin li ser dîroka jinan, zanista jinan, civaka xwezayî, dîroka Kurdistanê, karê şaredariyan û rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin perwerdekirin. Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştre Endama Akademiyê Dorşîn Baqî axivî û bal kişand ser xebatên jinan ên pêşeng ku di pêngava Şoreşa Sûriyeyê de hatiye meşandin û got: ‘’Jinan di pêngava Şoreşê de rola pêşeng di hemû qadan de lîstine û di hemû saziyan de cihê xwe girtine.’’ Dorşîn da zanîn ku ew bi armanca ku jin dîroka xwe bizanin û karibin cihê xwe yê peşeng dewam bike û pêşengiya xwe di Saziyên Xweseriya Demokratîk de jî bigire. Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.
ANHA/GIRKÊ LEGÊ