
Coşa pîrozbahiyên 19’ê Tîrmehê li şêniyên Rojavayê Kurdistanê bêhn vekir. Li gelek bajaran çalakiyên cihê yên çandî hatin lidarxistin.
Festîvala Kobanê ya ku bi boneya şoreşa 19`ê Tîrmehê hat lidarxistin, 2 rojan dewam kir û bi şahiyeke navendî bi dawî bû. Di dewama şahiyê de berpirsê Komîteya Çalakiyên Gel a Meclîsa Damezirîner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Ferhad Dêrik axivî. Dêrik di nava gotinên xwe de salvegera 5`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û got: “Şoreşa Rojava ji ber xebatên rêxistinî, fedakariya cangoriyan û berxwedana gel bi ser ket.” Hevseroka Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsiv jî di şahiyê de axivî û got, “Şoreşa Rojava ne mîna şoreşên Rojhilata Navîn ên dîtir e. Ji ber ku ev şoreş bi fikr û felsefeya Rêber Apo dest pê kir û gihişte nirx û desketiyên mezin.” Di dewama şahiyê de sînevizyona ku li ser Şoreşa Rojava hatibû amadekirin, hat temaşekirin. Gelek koman stran, govend û şano pêşkêş kirin û govenda mezin a festîvala 19`ê Tîrmehê, hat gerandin.
Komên muzîk û dîlanê li ser dikan bûn
Li kantona Efrînê şahiya navendî ya pîrozbahiya 5′emîn salvegera 19′ê Tîrmehê, bi hunerên stran, dîlan û şanoyê bi dawî bû. Di şahiyê de piştî merasîma leşkerî û axaftinan, hunerên stran, dîlan û şanoyan hatin pêşkêşkirin. Koma Çiyayê Kurmênc stranên ku şoreşa 19′ê Tîrmehê û berxwedana YPG/YPJ/QSD′ê vedibêjin, pêşkêş kirin. Koma Şehîd Yekta jî têkildarî girîngiya beşdariya ciwanan di nava focên eskerî yên YPG/YPJ′ê de pêşkêş kir. Her wiha Koma Şehîd Mêrvan a stranan û Koma Şehîd Viyan a dîlanê, hunerên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê û dirûşmên silavkirina berxwedana YPG/YPJ′ê bi dawî bû.
Şahiya şoreşê
Li bajarokê Rimêlanê yê ser bi Girkê Legê, bi minasebeta 5’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji aliyê gelek welatiyan ve bi şahiyekê hat pîrozkirin. Bernameya pîrozbahiyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li stadyuma futbolê hat organîzekirin. Hemû endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ên wekî TEV-DEM, Kongreya Star, partî û rêxistinên siyasî, Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê beşdarî şahiyê bûn. Li cihê şahiyê pankartên li ser wan “19’ê Tîrmehê pêşengiya azadiya gelê Rojhilata Navîn e” û “Şoreşa Rojava şoreşa azadî û rûmeta gelan e” nîvisandî, daliqandî bûn. Piştî axaftinan Koma Yertosa ya Suryaniyan dîlanek pêşkêş kir.
NAVENDA NÛÇEYAN
Têr û tijî rojeke Mihrîcanê
Pêr saet di 17.00ʹan de li bajarokê Eyn Arûs, ê ser bi Girê Spî, Mihrîcana Girê Spî bi merasîma eskerî dest pê kir. Paşê Hevserokê Rêveberiya xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid axaftina vekirina Mihrîcanê kir. Paşê di mihrîcanê de çalakiyên spora Ping Pong, santranc, maratona bezê, pêşbirka bisiklêtan, pêşandana hespan û voleybol hatin lidarxistin.
Çalakiya destpêkê ya Mihrîcanê pêşbirka santrancê bû. Pêşbirk bi beşdarbûna 14 lîstikvanan hate destpêkirin. Paşê lîstika Ping Pong bi beşdarbûna 8 lîstikvanan hate lidarxistin. Ev herdu pêşbirk li Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava bi rê ve çûn. Piştî pêşbirk bi dawî bûn, kesên serketî hatin xelatkirin.
Di dewama Mihrîcanê de pêşbirka bisiklêtan bi beşdarbûna 75 lîstikvanan hate lidarxistin. Lîstikvanan ji gundê Til Ebyed Şerqî dest bi gerandina pedelan kir û heta meydana Mihrîcana hunerê ku bi qasê 3 kîlometreyan dûr bû, ajotin.
Maratona bezê jî bi beşdabrûna 72 lîstikvanan hate lidarxistin. Lîstikvanên ku hem jin hem jî mêr bûn ji Girê Spî û gundên wê bûn. Lîstikvanan ji Çerxeriya Qefes a bajêr dest bi bezê kir û heta meydana Mihrîcanê ku bi qasî 2 kîlometreyan dûr bû, beziyan.
Siwarên hespan xwe dan pêşandan
Paşê 3 kesan siwariya xwe ya li ser hespan pêş kêş kirin, di heman demê de jî lîstika voleybolê hate lidarxistin.
Di mihrîcanê de her wiha stran û govendên gelerî yên gelê Kurd û Ereb jî hatin pêşkêşkirin. Komên çandê yên girêdayî Navenda Girkê Legê jî stran û dîlan pêşkêş kirin. Qebîleya Fedan jî govendeke taybet bi qebîleya xwe, pêşkêş kir. Paşê jî şevbûherka helbestê hate lidarxistin.
Di dawiya xebatên roja yekem a mihrîcanê de Rêveberiya Xweser spasname dan beşdarên serketî çalakiyan.
Bi vê yekê roja yekem a çalakiyên mihrîcanê bi dawî bû. Tê payîn ku roja duyemîn dê bi xelatkirina kesên di çalakiyên sporê de biserketî, bi rê ve biçe.