
Koma Şehîd Hogir
Koma dengbêjî ya Şehîd Hogir ku piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê weke koma yekemîn a dengbêjiyê tê nasîn ji aliyê hejmarek hunermendên kurd li bajarê Hesekê hat damezrandin. Ev kom bi derfetên xwe yên kêm û bi keda xwe ya mezin karê xwe dimeşîne, endamê vê komê yê herî bi temen di 77 saliya xwe de ye û yê herî ciwan jî di 22 saliya xwe de ye. Her wiha ji bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê jî hatine. Li ser navê komê endamê herî bi temen ê komê Ferhan Silêman dibêje ku wan piştî nirxandina rewşa hunerî ya dengbêjî biryar dane ku grûpek dengbêjî bi vê rengê ava kirine, ji bo bilindgirtina bîranînên hunermendên şahîd ku di nava refa tevgera azadî û rizgariya kurdsitanê jiyana xwe feda kirine me navê (Şehîd Hogir) yê ji bajarê Hesekê ye û hunermendekî jêhatî û xwediyê dengek xweş ya dengbêjiyê bû, di nava temenê xwe yê di nava xebata hunera kurdî de gelek şahkar ji bo wan hiştiye.
Dengbêjên 22 û 77 salî
Silêman got:” Min Hogir pir nêz nas dikir, dengek wî bi hêz û kesayetiyek xwe yê mezin hebû, ew di nava me hemû heval û nasên xwe de bi kesek welatparêz û girêdayî bi jiyana şoreşgerî dihat nasîn, ev jî bû sedem ku me navê wî li ser koma xwe ya dengbêjî danî.” Di dîroka dengbêjiyê di civaka kurdî de nifşa ku pê dihat nasîn nifşa yên temenên xwe mezin bûn. Lê îro di koma dengbêjî ya Şehîd Hogir de Ferhan Silman Murad yê temenê xwe 77 sal û Basil Mûsa yê 22 salî heye ku bi hev re li ser dengbêjiyê Kurdî, bi taybet dengbêjiya herêmê dixebitin.
´Ji ROJ TV fêr bûm´
Ferhan Silêman Murad bibîr tîne ku wî di ciwaniya xwe de dema pale û di şevbuhêrkan de stran ji hin dengbêjên wê demê guhdar kiriye û dest bi gotina van kilaman kiriye. Endamê herî ciwan ê komê Basil Mûsa ku li derdorê weke ciwanê dengxweş tê nasîn, ji 7 saliya xwe ve dest bi gotina stranan kiriye û dibêje: “Ez ji ROJ TV fêrî gotina kilaman bûm, bi taybetî jî dema min Apê Ferhan Silêman nas kir hêviyên min çêbûn ku ez bighêjim rojeke wekî îro. Apê Ferhan gelek alîkarî da min ku bikaribim di nava komek dengbêjî ya mezin wekî Koma Şahîd Hogir cihê xwe bigrim, bi vê re heta niha nêzî 15 stranên min hene ku ez bi hevalên xwe re dibêjim.” Ya ku me dît di navbera Basil Mûsa û Ferhan Silman de hevaltiyek bi hêz heye ku di asta xwe ya bilind de ye. Basil bi van peyvan hevaltiya xwe û apê Ferhan vedibêje: “Rojekê di şahiyekê de Apê Ferhan weke (hevalê min yê îxtiyarê 22 salî) dane nasîn ku ev ji bo min rûmetek pir mezin bû û min dît ku her kesî bi rêzgirtinek mezin nêzî min bû.”
Çand û dîrokê diparêzin
Di komê de her wiha Ebdulhemîd Ebdo yê 64 salî jî cihê xwe digire û stranan dibêje ku ew ji dapîr û bapîrê xwe guhdarî dengbêjiyê kiriye û bi vî rengî ev hest di nava dilê xwe de pêşxistiye û heta niha jî stranên ji wan girtiye dibêje. Mihemedê Bedir 56 saliye di ciwaniya xwe dema cot û paleyê stran dihate gotin fêrî stranên dengbêjiyê û folklore bû ye. Bedir niha wekî berpirsyarê Koma Şehîd Hogir hatiye hilbijartin. Bedir bang li hemû dengbêj û kesên bi stranbêjiya folklorê re mijûl dibin ku bi wan re bikevin nava têkiliyan de û stranên dengbêjî ku dizanin bighînin wan. Bedir, got ku kesên bixwazin bi wan re di nava têkiliyan kevin dikarin serî li navenda çand û hunera Demokratîk a Hesekê bidin.
Tevlî şahiyên taybet dibin
Ciwan Efrîn ji bajarê Efrînê ye û ji ber rêya di navbera Efrîn û Cizîrê qut bû ye nikare here mala xwe tevlî xebatên çandî bû ye û di nava koma Şehîd Hogir de dest bi stranbêjiyê kiriye. Lewend Yûsif bi saza xwe cihê xwe di nava komê de digre. Hemîd Hesekê jî endamekî aktîv ê komê ye. Endamên Koma Şehîd Hogir li ser armancên wan di çêkirin û mezinkirina vê komê de dibêjin ku ew tenê dixwazin van kilam û stranên dengbêjî yên kurdî ku di nava civakê de hatine jibîrkirin cardin zîndî bikin. Endamên vê komê ku rojane bi awayekî asayî û di nava derfetên xwe yên taybet de xwe perwerde dikin û pêş dixin ji gelek aliyê herêmên kantona Cizîrê ve ji bo tevlîbûna wan di bernameyên taybet de têne vexwendin û ya ku me jî dît di nava civaka Rojavayê Kurdistanê cihek wan yê taybet heye.
Parastin erkek e
Endamên Koma Şehîd Hogir tekez dikin ku jîndarkirin û pêşxistina huner û kevneşopiya dengbêjiya kurdî erkê her kesekî kurd e û ji hemû aliyên kurd û hemû kesên ku ji stranên dengbêjiyê hez dikin û di bîra pêşxistina nirxên kurdî de ne, xwestin ku alîkariya wan bikin û stranên kevin li gel wan hebin wan radestî komê bikin, her wiha ji rayedarên navendên çandê xwestin ku derfetê bidin wan hunera xwe pêşkêş bikin.
HESEKÊ