Perspektîfa ‘aborî karê jinê ye’ ya Abdullah Ocalan, li Rojavayê Kurdistanê dikeve meriyetê. Jinên Rojavayî bi rengekî rêxistinbûyî, her roj, bêhtir di nava karên aboriyê de cihê xwe digirin. Yek ji gavên nû yên di vî warî de tên avêtin Firina Nan a Adar e.

Ev firin, yekem firin e li Rojava ku ji aliyê jinan ve hatiye avakirin, tê bikaranîn û nan lê tê hilberîn, û ev kar hemû bi temamî bi destê jinan diçin serî. Bi desteka Komîteya Aboriya Jinê ya TEV-DEM’ê, 6 jinan xwe bi rengê kooperatîfê bi rêxistin kir û ev firin di Nîsana 2016’an de dan xebitandin. Nanê li vir bi awayekî komunal tê lêxistin û hatina ji vir jî bi hevparî tê parvekirin. Ji vê hilberîna jinan, civak gelekî razî ye.

Firina Nan a Adar, li kolaneke nêzî sûka Dêrikê hatiye avakirin û bi temamî ji aliyê jinan ve tê xebitandin. Dema em dikevin hundirê firinê, rewşa xwezayî, kêfxweşî û germahiya mirovan derdikeve pêşiya mirovan. Li aliyekî karên xwe didomînin, li aliyê din jî bi me re diyalogê dikin. Jin dibêjin, ew kêfxweş in ku em nûçeya karê wan çêdikin, ji ber ku bi karê xwe serbilind in û dixwazin bibin mînak ji jinên din re.

Di vê navberê de muşteriyên firinê jî kêm nabe. Nanê li vir bi rengekî komunal ê amadekirin, li gorî buhayê li sûkê, bi buhayekî kêmtir tê firotin. Her wiha ji bo mirovên ji aliyê aborî ve derfetên wan nînin yan jî pirr kêm in, nan bêpere ye.

Li Firina Adar, rojê 3 kîs ard dibin nan. Her wiha nanê sêlê jî li vir tê lêxistin. Jin danê sibehê saet 4´an dest bi kar dikin û heta saet 14´an nan lê dixin. Jin hez dikin qala vê ked û xebata xwe bikin.

Mişterî razî ne

Ji mişteriyên firinê Hebîb Sîrînget jî razî ye ji nan û karê firinê û dibêje: “Em gelekî ji vê firinê razî ne. Em ji sûkê tên û nanê xwe li vir dikirin. Hevîrê wan jî, nanê wan jî gelekî xweş e. Karê nan hunerek e. Zilam nikarin baş hevîr bistirên. Hevîr xweş nastirên. Ji firinên zilaman xweştir nan çêdikin. Ez bi xwe jî nan lêdixim.”

Dilda Çaçan a ku miştereyîke dewamî ya firina Adar e jî dibêje, “Nanê wan xweş e. Em gelekî kêfxweş in ku jinên Kurd îro bi hev re di aboriyê de cih digirin û hildiberînin.”


BÊRÎTAN SARYA / ANF / DÊRIK