Bi berxwedana hêzên YPG’ê ya li hemberî çeteyên El Nûsra û DAIŞ re, piştî ku Til Koçer û Til Xelef ên xwedî girîngiyeke stratejîkin hatin rizgarkirin û li qada aboriyê riyên çareseriyê hatin peydakirin, Rojavayiyên li herêmên cuda yên Tirkiyê dimînin, dest bi vegera li xaka xwe kirin.
Malbatên Rojavayî li navçeyên lê dimînin serî li Qeymeqamiyan dan û xwestin li welatê xwe vegerin. Li ser vê yekê di bin çavdêriya polîsan de bi otobusan ew şandin herêmên sînor. Malbat li vê derê jî bi riyên qeçaxî derbasî Rojava dibin.
Hat hînbûn, bi rizgarkirina Til Koçer re nêzî 5 hezar Rojavayiyên li Tirkiyê di nava şert û mercên xizanî û bê stargeh de dijiyan, li Rojava vegeriyane.
MÊRDÎN