Çeteyên El-Qaîdeyê ji bo li heremê hebûna xwe bidomînin, deriyên sînor yên Tirkiye û Iraqê bi kar tanîn. Bi taybetî deriyê Til Ebiyad wek cihên esasî yê vê tevgerê ye û di belgeyên heta niha derketine de jî tê xuyakirin ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe alîkariya vê tevgera çeteyan dike.
Çeteyan 30 wendahî dan
Çavkaniyên YPG’ê dan zanîn ku li herema Til Elo, Girhok û Sêwediyê û li benda kontrolê ya gundê Yûsufiyê 5 km nêzî Til Koçer e, şevê berîn şerên dijwar qewimîn e û di encam de 30 êrîşkarên El-Nusra hatine kuştin.
Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku li nêzî Xedan dema çeteyên Cephet El-Nusra xwestin mayîn deynin mayîna wan bi wan ve teqiyan û di encam de herî kêm 4 endamê El-Nusra mirine. Berî niha jî komên êrîşkar li aliyê riya navnetewî ya diçe Çelaxa mayîn danîbûn. Şervanê YPG’ê ew mayîna di nava tupên mezin de hatibû bicîhkirin îmha kiribûn.
Li Til Ebiyad 65 wendahî dan
Hat ragihandin ku li gundên derdora Til Ebiyadê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên Cephet El-Nusra de şerên dijwar qewimîn, hat hînbûn di şer de nêzî 65 êrîşkar hatine kuştin. Her wiha tangek û 4 wesayît hatine rûxandin û wesayitek doçka bi êrîşkar ve hatiye girtin. Li Til Ebiyadê şerên di navbera komên çete û şervanên YPG’ê didome. Li gorî agahiyên duh di saetên serê sibehê de jî li dora gundên Yabsê û Kendalê şerên dijwar qewimî ne.
Hat ragihandin ku di şerê gundê Yabsê ku 4 kîlometre dikeve rojavayê Til Ebiyadê de, 15 êrîşkar hatine kuştin û cenazeyên wan hîn li erdê ne. Her wiha di şer de tangek û 4 wesayît jî hatin rûxandin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di şerê li gundê Kendal ku 15 kîlometreyî dikeve rojavayê Til Ebiyadê nêzî 50 êrîşkar hatine kuştin.
Çeteyan heyet dîl girt
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, piştî ku li Til Ebiyadê di navbera Cephet El-Ekrad (Eniya Kurd) û komên bi navê Dewleta Îslamî Iraq û Biladî Şam/Cephet El-Nusra de dijwar bûn, ji bajarê Reqayê heyeteke ku ji Kurd û ereban pêk dihat, bi armanca navbeynkariyê çû Til Ebiyadê. Hat ragihandin heyet ji 10 kesên ku 5 ji wan Kurd, 5 jî ereb bûn pêk dihat û di 21’ê tîrmehê de çû Til Ebiyadê û xwest ku bi komên Dewleta Îslamî Iraq û Bîladî Şam û Ehar El-Şam re hevdîtinan pêk bîne.
Li gorî agahiyan dema endamên heyetê ji bo hevdîtinê çûn cihê rayedarên van koman, hatin girtin. Piştî demekê komên çekdar 5 endamên heyetê yên ereb berdan, lê 5 endamên Kurd girtin. Hat ragihadin ku 5 endamên heyetê yên Kurd hîn di destê van koman de ne.
QAMIŞLO
YPG hêza hevbeşya parastinê ye
Li Çilaxa di navbera Endamên Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û nûnerê Êla El-Zubeyd de civîn hat lidarxistin û di civînê de peymanek ji 8 xalan hat îmzekirin. Di peymanê de tê gotin ku YPG hêza fermî ya parastina herêmê ye û mafê YPG᾿ê ye bendên kontrolê li ser riyên ketin û derketina gundê Xerab Bacar deyne.
Peyman bi beşdariya Şêxê Êla El-Zubeyd Beşar El-Faris û endamên Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM᾿ê yên Girkê Legê hat îmzekirin.
Peyman ku hatî îmzekirin wiha ye: “‘Di vê dema hesas a Sûriyeyê de, pêwîst e ji bo parastina aştiya navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê û rê girtina li ber nakokiyên mezhebî û olî pêkanîna jiyana hevbeş li ser bingehê azadî, edalet û wekheviyê bê kirin.”
Li ser van 8 xalan li hevkirin;
* Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tenê hêza rewa ya parastina herêmê ye û mafê wane ku li dijî hemû komên çekdar derkevin heye.
- Rakirina navê eşîran ji ser komên çekdar.
- Redkirina hemû çalakiyên leşkerî ên li dijî berjewendiyên gelê herêmê.
- Têkiliya bi komên çekdar ên ku aramiya herêmên xirab dikin re qedexeye.
- YPG li herêmê ji parastina giştî malan berpirsyar e û dê ji bo parastina ewlekariya herêmê hişyar be.
- Mafê hemû gelê herêmê ye ku tevli hêzên YPG û Asayîşê bibin.
- Welatiyên ji Êla El-Zubeyd beşek sereke ji pêkhateyên herêmê ne.
- Mafê hêzên YPG᾿ê û Asayîşê ye ji bo parastina herêmê bendên kontrolê li derdora gundê Xerab Bacar daynin û kontrol bikin.
ANHA/GIRKÊ LEGÊ