Heta wê demê ji ber dengeyên herêmê û girêdana Sûriyeyê ya bi Rûsya û Îranê re, ji aliyê rejîma Şamê û gelê Sûriyeyê ve Tirkiye weke dijmin dihate nasîn. Di cîhana du qutbî de Sûriye qereqoleke pêş a bloka sosyalîst bû ku deriyê Behra Spî vekirî dihişt. Dîsa zilm û hovîtiya dema axa Sûriyeya niha di bin dagirkeriya Osmaniyan de bû jî sedemek bû gelên li Sûriyeyê ji Tirkiyeyê hez nekin û jê bitirsin.

Heta salên dawî ji Tirkiyeyê bi şêwazekî asayî mirovan nikarîbû telefonê bidin xizmên xwe yên li Sûriyeyê. Ji bo telefon dayinê pêwist bû pêşî telefonê bidin emniyetê an qaraqola jandamayan û bi dayina hejmara telefonê wan telefon girê dida û guhdar dikir. Piştî belavbûna bloka sosyalîst jî ji dewletên mîna Romanya û hwd. cudatir Sûriyeyê girîngiya xwe parast. Mîna deriyekî vedibe Deryaya Spî mayina Sûriyeyê ji bo Rûsyayê girîng bû. Lê belê bi pêvajoya 11'ê Îlonê re ku hêzên global ên mudaxelekar hesabên herî mezin li ser Îranê dikirin de mîna deshilatdariyeke Nusayrî-Elevî ji aliyê jeopolîtîkî û stratejîkî ve Sûriye ji demên cîhana du qutbî jî girîntir bû û derkete pêş.
Lê belê ji aliyê din ve rêveberiya Sûriyeyê ku piştî bûyerên 11'ê Îlon a 2001'ê ji xezeba hêzên mudaxeleyî Afganîstan û Iraqê kirin tirsiya tevî Îranê vê carê bi xurtkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re û avakirina eniyên hevbeş xwestin xwe rizgar bikin. Lê belê di rastiyê xwe girêdana bi benê Tirkiyeyê ji rewşa "Yê kete behrê ji bo rizgar bibe destê xwe diavêjê mar jî" ne cudatir bû.
Li gor rêveberiya Sûriyeyê û Beşar Esad ê ecemî/xam Îran a xwedî tecrûbeya mezin dîsa li hember Tirkiyeyê bi tedbîr tevgeriya. Lê  belê Sûriyeyê deriyê xwe heya dawiyê ji Tirkiyeyê re vekir û axa xwe xiste cihê pîkola sîxurên Tirk. Ev jî bû bingehê gav bi gav avakirina xeta xiyanetê li rojavayê Kurdistanê jî.
Yekemîn hewldana derxistina şerê herêmî ya hêzên global a 1998'an ku dihat xwestin hebûna Rêberê Gelê Kurd a li Sûriyeyê bixin hincet destpêka tawîzdayinên Sûriyeyê ya ji bo Tirkiyeyê bû.
Tevî ku hewldana şerê herêmî Rêberê Gelê Kurd bi derketina ji Sûriyeyê vala derxist jî çavtirsîn û gavpaşve-avêtina Sûriyeyê cesaret da dewleta Tirk. Peymana Edeneyê ya ku di 20'ê Cotmeh a 1998'an -piştî terikandina Ocalan a Sûriyeyê bi du hefteyan- bû destpêk. Li gor vê peymanê li dij PKK'ê hevkarî hate qebûlkirin û beyî agahdarkirina Sûriyeyê derfeta operasyona nava sînorên Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê hata dayin. Bi dehan endamên PKK'ê radestî Tirkiyeyê hatin kirin. Li nava Sûriyeyê teroreke bêhempa li dij alîgirên PKK'ê û PYD'ê hate meşandin. Bi dehan kes di îşkenceyan de hatin qetilkirin û tevkujiyên mîna ya Qamişloyê hatin organîze kirin.
Di dema dayina tawîzan û çavgirtina rejima Şamê ya ji Tirkiyeyê re îstîxbarata Tirk jî vala ne sekinî. Di nava Kurdan de hin derdor, malbat xistin nav tora xwe û ji bo li dij îradeyeke azad a gelê Kurd ku pêş bikeve amade kirin. Hin ji van bi partîbûn, hin bi çetebûn, hin bi eşîr û malbatî tevdigerin. Lê belê bi derfetên aborî yên hatine dayin re ev hêz tetîkkêşiya Tirkiyeyê dikin. Sabotekirina yekîtiya Kurdan, têkbirina rêxistinbûyînê û astengkirina misogerbûna sazîbûna gelê Kurd wezîfeya wan a yekemîn e. Alîkarî dayina çeteyên êrîşî bajar, gund û taxên Kurdan din dikin, qetilkirina endamên YPG'ê û sivîlên Kurd jî bi hevkariya van derdoran pêk tê. Herî dawî me derkete holê ku ji aliyê çeteyên girêdayî Partiya Azadî (Mustefa Cuma) endamên YPG'ê radestî Tirkiyeyê kirine.
Di vê pêvajoya ku derfeta bidestxistina statuya rojavayê Kurdistanê heye de li dij îradeya azad a Kurd ji hûndir û derve ve êrîşên kirêt û kampanyayên reşkirinê tên meşandin. Ev hêzên ku hefsarê wan di destê dewleta Tirk de ye bi hevkariya xwe ya bi çeteyan, rêxistinên tundrav ên mîna El Qaîde û hin hebûnên din ên di nava qaşo Artêşa Hur a Sûriyeyê de û dewletên mîna Tirkiyeyê îradeya Kurd têk bibin. Derfetdayina van hêzan wê were wateya bi giştî paqijkirina rojavayê Kurdistanê ji Kurdan û xwe gihandina tevgerên dijminên Kurdan a sînorê Başûrê Kurdistanê jî.
Kirinên van derdorên xayin ên li dijî îradeya Kurd heya radeyekê tê famkirin. Lê belê helwesta li hember vê yekê ya hin derdorên ku ji xwe re dibêjin em Kurdin balkêş e. Bi çend mînakan em rewşê raxin berçavan:
- Li Tirkiyeyê Kurdên di nava AKP'ê de tevî ku dibînin û dizanin ku çete bi destê Tirkiyeyê tên koordine kirin û destek kirin jî bêdeng in û bi gotinên şablonî yên mîna, 'polîtîkaya AKP'ê ya li dij dîktatorekî gelê xwe qetil dike di cî de ye' lê qetilkirina Kurdan li Bakûr bi fermana Erdogan û AKP'ê ve qet bilêv nakin.
- Rêveberiya başûrê Kurdistanê bi taybetî jî PDK hewl didin li Rojava bibin xwedî gotin. Bi dehan partî, sazî, dezgeh û malbatên girêdayî wan hene. Lê belê tenê li ser kaxezê û li ser bingehê berjewendiyan. Ji gel qut in. Rêveberê wan di navbera Hewlêr û Stenbolê de diçin û tên. Girseya girêdayî wan di aramiyê de li pêş in, di şer û zehmetiyê de yekser koçî Başûr û Bakûr dikin. Li ber çava ye ku girseya girêdayî PYD'ê û avabûnên mîna YPG'ê barê giran girtine ser xwe û bi dayina berdelan, bi rijandina xwînê rûmeta Kurdan li dij dewletên dijmin, komên çete û hêzên xêrnexwaz diparêzin. Tevî vê yekê jî bi navê yekîtiyê gelek hêzên tenê bi nav heyî hildigirin. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û PDK jî tevî van rastiyan jî tenê ji ber pêşegiya bîrdozî û felsefeya PKK'ê bêdil nêzî pêşketinê rojava dibe.
- Hin hêz, derdor û kesayên ji rojavayê Kurdistanê yên di her şert û mercî de dijminê PKK'ê ne jî tevî hevqas pêşketin jî bi deruniya, "Bi pêşengiya PKK'ê Kurdistan jî bê rizgarkirin em naxwazin" û lewra ji ber van hestan bi eniya dij îradeya Kurd re parelel difikirin, diaxifin û tevdigerin.
Gelo bi heman zimanî û şêwazê reşkirina PYD'ê, YPG'ê û îradeya azad a Kurd ji aliyê rayedarên dewleta Tirk, rayedarên Artêşa Hur a Sûriyeyê û ev derdorên bi nav Kurd tesadufî ye…

AZÎZ OGUR