Yekîtiya Oldarên Îslamê ya Kantona Cizîrê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo yekemîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de Serokê Desteya Karûbarên Olî Mihemed El-Qadirî, cîgirê wî Burhan Ebdî, Seroka Desteya Jinan Emîne Umer, Serokê Meclîsa Şêwermendiyê ya Kantonê Mihemed El-Xerzî, endamên Yekîtiya Oldaran a kantonê û zanyarên olî amade bûn.
Di kongreyê de mijarên wekî “pêwîstiya lidarxistina kongreyeke Îslama demokratîk, mafên jinan, avakirina komîteyeke hevbeş di navbera ol û baweriyên herêmê de” hatin gotûbêjkirin.
Piştre ji bo ji nû ve avakirina Meclîsê, hilbijartin pêk hatin. Di encamê de ji 23 namzetan, 2 ji wan jin 14 endam hatin hilbijartin. Di dawiyê de Mehemed El-Xerezî dîsa wekî serokê Meclîsê hate hilbijartin.
Di dawiya kongreyê de gelek biryar hatin girtin. Hin ji van biryaran ev in:
1- Ji bo xurtkirina jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên herêmê de, lidarxistina Kongreya Îslama Demokratîk pêwîst e.
2- Tund û tûjiya li dijî jinan û binpêkirina mafên jinan neyên qebûlkirin. Qedexekirina zewaca di temênê biçûk de, weke parastina jinan were dîtin.
3- Ji bo çespandina aştiya navxweyî û belavkirina hezkirinê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de, pêwîstî bi avakirina komîteyeke hevbeş di navbera olên herêmê de heye.
4- Pêwîstî bi avakirina saziyên olî li hundir û derveyî herêmê heye.
Goristana şehîdan ziyaret kirin
Piştî ku Kongre bi dawî bû, oldarên beşdar berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo û fatîheli ser rihê cangoriyan xwendin.
Li vir Serokê Desteya Karûbarên Olî Mihemed El-Qadirî û Serokê Meclîsa Şêwirmendiyê Mihemed El-Xerezî derbarê rola sereke ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê di parastina destketî û saziyên gel de axivî û rola têkoşerên canê xwe fedayî avakirina netewa demokratîk kirine bi bîr anîn.
Di axaftinan de hate gotin, pêwîst e ku oldar û zanyarên ola Îslamê ji bo rastiya ola Îslamê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji her kesî re bixebitin.
ANHA/QAMIŞLO