Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava de, bi armanca amadekirina ansîklopîdiyekê ji destpêka Tîrmehê ve ankêtekê derbarê dîroka bajarên kantona Cizîrê de organîze dike. Di ankêtê de li dîroka Kantona Cizîrê, navên bajaran, şûnwarên herêmê û pêkhateyan tê kolan.
Kesên ku ankêtê bi rêve dibin jî 3 lêkolîner in û hemû agahî, jêder û belgeyan ji rewşenbîrên Kurd, Suryan, Ereb û rûspiyên herêmê werdigirin. Endamên beşê zanistî yê Navendê diyar kirin ku wan gelek belge û jêderên dîrokî derbarê dîroka bajarê Amûdê de kom kirine û li gorî van belgeyan kevintirîn bajarê herêmê bajarê Amûdê ye, piştre Dirbêsiyê û Serêkaniyê tên û niha jî ew derbarê bajarê Til Temirê de belgeyan kom dikin.
Li gorî lêkolînerên beşê zanistî yê Navendê, li gel dîroka Kantona Cizîrê ew ê lêkolîneke berfireh derbarê dîroka Kantona Efrînê de jî amade bikin û di heman ansîklopîdiyê de dîroka herdu kantonan belav bikin. Derbarê kantona Kobanê de jî lêkolîneran diyar kirin ku ji ber ku gelek welatiyên herêmê koçber bûne, dê di demeke pêş de derbarê wê de jî lêkolînekê bikin.
ANHA/QAMIŞLO