Kongra Damezrêner a Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Rojava ku di 15’ê Hizêranê de bi beşdarbûna 170 delegeyên hersê kantonên Rojava, Heleb û Şengalê dest pê kiribû, bi encam bû.

Di roja sêyemîn a kongrayê de rêziknameya Komîteya Perwerdehiyê ya Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin û erêkirin. Piştre jî bernameya sibêroja ya perwerdeyê û pêşniyarên beşdaran hatin nîqaşkirin.

BI bîqaşên berfireh di navbera beşdarên kongrayê de, kongre bi gelek biryarên girîng bi encam bû. Her wiha pilansazî û bernameya 2 salên pêş hate diyarkirin. Kongra bi durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû. 


Biryarên Kongreyê

Biryarên di kongreyê de hat erêkirin ev in:

*  Ji bo avakirina sîstemeke Perwerdehiya Civaka Demokratîk li hersê kantonên Rojava xebat bêne kirin.

* Sîstem û amûrên perwerdeyên yên dibistanên navîn û amadeyî li kantonên Efrîn û Kobanê herî zêde di 2 salên din de bêne guhertin.

* Mateyalên perwerdeyê yên dibistanên seretayî yên Kantona Cizîrê herî zêde di 2 salên din de bêne guhertin.

*  Kadroyekî perwerdeyê li Rojava ku ji 4 hezar mamosteyan pêktê, were amadekirin. 2 hezar mamoste ji bo Kantona Cizîrê, hezar ji bo Kantona Kobanê û hezar jî ji bo Kantona Efrînê. Hemû mamosteyên di peymangeh û akademiyên girêdayî Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk de bixebitin.

* Materyalên dibistanên Rojava herî zêde di 2 salên din de li gorî pêkhateyan bêne guhertin.

* Akademiyeke pispor li her kantonekê bê vekirin.

* Akademiyeke bîrdozî li Kantonên Kobanê û Cezîrê bê vekirin.

* Li gorî pêwîstiyê dibistan li gundan bêne vekirin.

* Perwerdeyên zimanê Kurdî ji hemû welatiyên Rojavayê Kurdistanê bêne dayîn û ji bo pêşxistina zimanê Kurdî bi awayekî akademîk xebat bêne kirin.

* Konferansên Perwedehiya Civaka Demokratîk li hersê kantonên Rojava herî zêde di 2 mehan de bêne lidarxistin.

* Ji bo wergerandina biryar û belgeyên fermî bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî komîteyeke navendî ya girêdayî Perwerdehiya Civaka Demokratîk were avakirin. 


 QAMIŞLO