Li kantonên Rojavayê Kurdistanê tê plankirin ku sala 2016-2017’an a perwerdeyê, ji pola yekê heta 12’an hemû ders bi zimanê dayikê bên dayîn. Di sala perwerdeyê ya 2015-2016’an de cara yekemîn ji refa yekê heta 6’an hemû ders bi zimanê dayikê hatin dayîn.

Li Rojavayê Kurdistanê ji destpêka şoreşê ve di warê perwerdeyê de gavên mezin hatin avêtin û sîstema perwerdeya civaka demokratîk hêdî hêdî rûdine. Sala perwerdeyê ya 2015-2016’an bi dawî bû û nirxandinên giştî hatin kirin. Di nirxandinan de hat diyarkirin ku encamên gelekî girîng hatine bidestxistin û biryar girtin ku pêngava sêyemîn a di asta şoreşî de bê avêtin.


Li gorî taybetiya kantonan rewş diguhere

Xebatên perwerdeyê ku destpêkê bi dewreyên ziman û dibistanên taybet hatibûn meşandin, sala perwerdeyê ya 2015-2016’an, cara yekemîn li tevahiya dibistanan hatin domandin.

Sala 2015-2016´an, li Kantona Cizîrê ji pola yekê heta 3’yan û li kantonên Kobanê û Efrînê jî, ji pola yekê heta 6’an hemû ders bi zimanê dayîkê hatin dayîn.

Li gorî vê yekê, li hersê kantonan hejmara dibistanên ku perwerde lê hatiye dayîn, xwendekar û mamosteyên ku tevlî perwerdeyên zimanê dayîkê bûne wiha ye:


Hejmara dibistanan li Kantona Cizîrê

Dibistanên seretayî: 1394 ,Dibistanên navîn: 195, Dibistanên amadeyî: 110, Dibistanên hevbeş: 111, Peymangehên gihandina mamosteyan: 12, Akademiyên mamosteyên jin: Yek


Hejmara xwendekarên pêşdibistanê:

Kurd: 2026, Ereb: 588


Hejmara xwendekarên dibistana seretayî:

Polên 1, 2, 3 (Kurd): 23339, polên 1, 2, 3 (Ereb): 17346

Hejmara xwendekarên Kurd û Ereb ên ku li refên 4, 5, 6’an dixwendin: 43309

Hejmara mamosteyan

Hejmara mamosteyên Kantona Cizîrê yên par li ser kar bûn: 4362

Her weha li Kantona Cizîrê par 428 hezar 991 pirtûk li xwendekarên seretayî hatine belavkirin.


Dibistanên Kantona Efrînê û hejmara xwendakaran

Dibistanên seretayî: 260 (Ji vana li 41 dibistanan du danan perwerde dihat dayîn)

Dibistanên navîn û amadeyî: 50

Hejmara xwendekarên li dibistanên seretayî dixwendin: 38956

Xwendekarên Kurd: 27948

Xwendekaren Ereb: 11008

Hejmara xwendekarên dibistanên navîn û amadeyî: 8000

Hejmara mamosteyên Kantona Efrînê: 1964


Dibistanên Kantona Kobanê

Baxçeyên zarokan: 2

Dibistanên seretayî: 187

Dibistanên navîn: 14

Dibistanên amadeyî: 3

Hejmara mamosteyên Kantona Kobanê bi giştî: 723


Bajarokên Sirîn û Girê Sipî

Li bajaroka Sirrin, ji bo xwendekarên Ereb 21 dibistan hatin vekirin.

Li Girê Sipî jî li 107 dibistanan 7800 xwendekar hatin perwerdekirin.

Bi giştî hejmara xwendekaran: 35800 (ji bilî hejmara dibistanên li xeta Sirînê)


Dersên sala 2015-2016’an hatî dayîn

Ji bo dibistanên seretayî: Polên 1,2,3: Zimanê Kurdî, Civak û Jiyan, Matematîk, Mûzîk, Wêne ,Spor

Polên 4,5,6: Zimanê Kurdî, Zimanê Erebî, Matematîk, Zanistên Civakî, Zanyarî, Spor, Mûzîk ,Wêne


Amedekariya ji bo sala nû

KPC-Demokratîk piştî ku li gel desteyên perwerdeyê nirxandinên xebata par kirin, biryar da ku sala perwerdeyê ya 2016-2017’an pêngavekê bi pêştir bavêje. Li gorî vê yekê, wê li Kantona Cizîrî ji refa yekê heta 6’an, li kantonên Kobanê û Efrînê ji refa yek heta 12’an hemû ders bi zimanê dayîkê bên dayîn.


ŞÎNDA EKREM/QAMIŞLO