Li gorî vê qanûna sivîl a ku bi armanca jiholêrakirina newekheviya civakî tê derxistin, zewaca bi darê zorê û di temenê biçûk de, zewaca pirjinî, wergirtina next tên qedexekirin.

Kongreya Asayî ya Meclîsa Daîmî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê kongreya xwe ya 3´yemîn lidarxist. Kongre du rojan dewam kir û di rûniştinên roja yekemîn de mijarên ewlehî, rêxistin, zagonên zindanan,  girtina deriyê sînor, sîstema dadgehên gel û edaleta hatin nîqaşkirin. Di roja duyemîn a kongreyê de jî di rûniştina yekemîn de li ser mafê jinan ya rewa hate rawestîn û hate diyarkirin ku azadiya jinan misoger kirina azadiya civakê ye. Ji bo civakeke demokratîk û azad di kongreyê de gelek biryarên girîng ku mafên jinê mîsoger dike hatin girtin.

Ji bo mafên jinê biryarên girîng

Di encama guftugoyan de hin biryarên girîng ku hatine wergirtin weha ne:

- Nabe ku keçên biçûk, beriya temenê 18 salan were zewcandin,
- Mafê jinan heye ku hevserê xwe hilbejêrin û nabe ku bi darê zorê were zewicandin,
-   Zewicandina berdêlî hate qedexekirin,
- Ji jinekê zêdetir bi pir jinan re zewac hate qedexekirin,
- Next (qelen) ku berî zewaca jinê weke nirxê jinan tê sitandin, hate rakirin. Li şûna wê her dû alî bi hevbeşî pêdiviyên jiyanê bi cîh bînin.
- Di parvekirina mîras de ti cudahî di navbera jin û mêr de tine ye,
- Mafê jinan heye ku di hemû beşên jiyanê de cihê xwe bigirin.  

ANF/AMÛDE