Tevî hewldanên li hemberî gelê Kurd, li Rojavayê Kurdistanê xebatên rêxistinbûnê bê navber dewam dikin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li Rojavayê Kurdistanê li gundên derdora Hesekê ji bo avakirina meclisên xweser civînên gel li darxistin. Yek ji van ciivînan, li gundê Berzan ya bi ser bajarê Hesekê pêk hat. Di civînê de Endamê Meclisa PYD'ê Şêxmûs Ehmed li ser rewşa dawî ya li Serêkaniyê û Rojavayê Kurdistanê axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi bexwedanê lîstokên ku tên meşandin pûç kir û li hemberî êrîş û tevlîheviya hêzên derve banga hestyariyê kir. Ehmed di pêvajoya şoreşê de girîngiya rêxistinbûna gel destnîşankir û diyar kir ku erkê her kesî ye ku di van deman de xwe birêxistin bike, da ku karibin kesên ku tevlîheviyan dikin asteng bikin.  Ehmed bang li şêniyên gundan kir bi girseyî tevlî meclisan bibin.
Piştre Endamê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Sebrî Efrîn li ser xweseriya demokratîk û rola meclisan ya di rêvebiriya civakê de axivî. Eftîn anî ziman ku meclîs îradeya gel bi xwe ye. Sebrî Efrîn diyar kir ku ji bo gel hîn zêde di nav civakê de rola xwe bilîze û bingeha civaka nû saz bike divê xebatên meclîsên gel werin berfireh kirin.
Di dawiyê de mecliseke hevbeş ji 33'ê kesan hate hilbijartin. Meclisa ku hate hilbijartin wê bi karê gundên bakûrê Hesekê ku piraniya şîniyên wan ji kurdên Êzidî û Ereban pêk tên xebatên bimeşînin. 

HESEKÊ