Di pevçûnên li herêmên Serêkaniyê, Tirbespiyê, Girklê Legê û Til Ebyadê komên çekdar li hemberî hêzên YPG’ê windahiyên mezin didin. Hate ragihandin ku heta niha 55 endamên komên çekdar hatine kuştin. Êrîşên komên çekdar ên li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên Helebê jî didomin.

Li herêma Girkê Legê jî pevçûn li dora gundê Girhok ku wekî baregeha komên çete tê bikaranîn û gundê Elî Axa dom kirin. Hate ragihandin ku di pevçûnan de zêdetirî 20 endamên komên çekdar hatine kuştin û gelek ji wana jî reviyan e. Her wiha hate gotin ku tangek komên çekdar jî ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatiye dorpêçkirin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li Til Ebyadê şevêdin şer û pevçûnên dijwar çênebûn, lê cîh bi cîh pevçûnan dom kir. Hate ragihandin ku pevçûn li dora gundên Elî Kendan û Girê Sor dom kirin. Her wiha hate gotin ku 2 endamên komên çekdar ku li nêzî gundê Til Xidir hewl didan mayînan deynin, di encama teqînê de hatine kuştin.

Li Serêkaniyê şerê dijwar

Çavkaniyên bajarê Serêkaniyê dazanîn ku  çeteyên Dewleta Îslam ya Iraq û Bîlad Şam/ Cephet El Nusra duh sibê saet  4 bi topan êrîşê Serêkaniyê kirin, li ser vê Yekîneyên Parastina Gel bersiva êrîşan dan û operasyonek lidarxist. Di operasyona YPG de li gundê Keşto yê 3 km rojavaya Serêkaniyê dikeve şerên dijwar qewûmîn û di pevçûnan de 35 Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam hatine kuştin û niha şer derdora Esfer Necar û Til Xelef dema nûçeya me dihate amadekirin de hêna berdewam dikir. e. Çavkaniyê heremê ragiyandin ku komên çete birîndar û kuştiyê xwe derbasî Tirkiye dikin.

Li Tirbespiyê gelek wendahî dan

Pevçûnên dijwar ên di navbera YPG’ê û komên çete yên girîdayî El Qaîdeyê de di çend rojên dawî de li herêma Tirbespiyê bi dijwarî berdewam kir. Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) destnîşan kir ku di pevçûnên pêr ên li herêmên Tirbespiyê û Girkê Legê de 69 endamên komên Cephet El-Nusra hatine kuştin, 20 birîndar bûne û 20’an jî çekên danîne û reviyan e. Di pevçûnan de 2 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan.   
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku xli dijî xiyanetê hişyar bin û di ewlekariya gund û bajarên xwe de li rex hêzên parastinê cîh bigirin.

Operasyon berdewam e

Li Tirbespiyê, hêzên YPG’ê bi doçka û hawanên 120’yî avêtin ser sê gundên çete lê bicih bûne.   Hat ragihandin di encama serdegirtina şervanên YPG’ê ya bi doçka û hawanan de pevçûn derketin û herî zêde li derdora gundê Taya ev pevçûn giran bûye.

SERÊKANIYÊ




Nasnameya şervanan eşkere bû

Navenda çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxwiyaniyek nivîskî nasnameyên 4 şervanên ku di pevçûnên di navbera YPG’ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Cebhet El-Nusrayên li herêma Tirbespiyê û Çilaxede jiyana xwe jidest dane eşkere kirin.
Di daxwiyaniyê de hate destnîşan kirin ku di  2 rojên dawiyê de di pevçûnên di navbera YPG’ê û komên çete yên li derdora gundê Girhokê yê herêma Çilaxe û gundên başûrê herêma Tirbespiyê de 4 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest dane. Nasnameyên 4 şervanan wiha ne: Hesen Îbrahîm, nasnav: Hesen, Cih û dîroka jidayik bûnê: Gundê Yûsiviyê /1978, Di 31’ê Tîrmeha 2013’an de li Çilaxe – Girhok  jiyana xwe jidest da. Ferhad Sebrî, Nasnav: Bedran, Cih û dîroka jidayik bûnê: Dêrik /Besta Sûs -1978 Di 31’ê Tîrmeha 2013’an oe li Çilaxe – Girhok  jiyana xwe jidest daye. Xemgîn Dirbêsiyê, Dîroka jidayik bûnê: 1974, dîroka jidayik bûnê: 1985.

TIRBESPIYÊ