
Li gorî agahiyên ku ji vê derê hatine bidestxistin çekdarekî El-Nusra hatiye kuştin û gelek birîndar bûne, her wiha wesayîtek doşka li ser hatiye ruxandin. Li vê derê jî êrîşkrên ku rastî berxwedana şervanê YPG᾿ê hatine xwe vekişandin gundên Himeyri, Xizêla û Herme û ji vê derê êrîşî bendên YPG᾿ê dikin.
Li gorî agahiyan îro di saetên nîvor komên çekdar ên Cebhet El-Nusra ji aliyê bajarokê Til Hemîs dihatin herêmê êrîşî bernda kontrolê ya YPG᾿ê li gundê Hedadê kirin. Li ser vê yekê pevçûn derketine.
YPG: 6 şervanên me şehîd ketin
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê da zanîn ku di şerê li herêma Çelaxa de 6 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û nasnameya 4 şervanên jiyana xwe dest dabûn aşkera kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin wê di demek kurt de nasnameya her du şervanan aşkera bikin. Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di şerê li herêma Çelaxa de 6 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û nasnameya 4 şervanên jiyana dest dabûn aşkera kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê di demek kurt de nasnameya her du şervanên din aşkera bikin.
Navên 4 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane ev in: Şervana YPJ Sêal Murad (Şîlan Cûdî), Mihemed Gedro (Ciwan Efrînî), Ekrem Umer (Ekrem), Basil Exder (Ezîz Osko)
Gundê Qesrok ket destê YPG’ê
Gundê Qesrok ê girêdayî bajaroka Çelaxa piştî pevçûnên ku ji pêr ve di navbera hêzên YPG’ê û koma çekdar Cephet El-Nusra de diqewimin, gund ket destê YPG’ê. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê girtine doh di saetên sibehê de pevçun dijwar bûn. Di encama pevçûnan de wesayîtek êrîşkaran hate ruxandin û gelek ji wan hatin kuştin û birîndarkirin. Lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Hate ragihandin ku koman çekdar ji gund hatiye derxistin û hêzên YPG’ê lê bicîh bûne.
Siwêdiyê ji çeteyan hat paqijkirin
Li Beşa 20’an a girêdayî Rimêlan ku li nêzî gundê Siwêdiyê yê girêdayî Girkê Legê piştî ku êrîşên komên çekdar pevçûnên dijwar derketin. Piştî pevçûnan komên çekdar ji herêmê hatin derxistin û hêzên YPG’ê bicîh bûn. Li aliyê din li gundên Til Elo, Eli Axa û Girhok ên girêdayî bajaroka Çelaxa pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên ku pêr bi êrîşên heman koman destpê kiribûn doh jî berdewam kirin.
Li Girkê Legê 8 çekdar hatin kuştin
Di pevçûnên li gundê Yûsifiyê û Cinêdiyê yên Girkê Legê 8 çekar hatin kuştin û 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin. Li aliyê din jî pevçûn li gundên Til Elo Xemir, Girhok, û Elî Aza yên girêdayî Til Koçer doh jî dom kirin. Li gorî aghiyan pevçûnên herî dijwar li Gundê Til Elo pêk tên. Di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên El-Nusra hene.
2 şervanên YPG᾿ê jiyana xwe ji dest dan
Komên Çekdar ên girêdayî Cebhet El-Nusra êrîşî benda kontrolê ya li gundê Dawidiyê ya li ser riya Serêkaniyê û Til Temir kirin û di encamê de 2 şervanê YPG᾿̓ê jiyan xwe jidest dane.
19 xwendekarên Kurd revandin
Komên çekdar ên Cebhet El-Nusra duh di saetên êvarê de 19 xwendekarên Kurd ên ku ji bajarê Humus ê Sûriyeyê vedigeriyan Hesekê, revandin.
Li gorî agahiyên ji xwendekaran hatine bidestxistin, komên çekdar ên Cebhet El-Nusra duh di saetên êvarê de li ser riya di navber Hesekê û Til Temirê de 19 xwendekarên Kurd ên ji Hesekê revandin. Li gorî agahiyan xwendekarên ku dawî li ezmûnên xwe anînbûn, bi wesayîta taybet vedigeriyan mala xwe ji aliyê çekdarên Cebhet El-Nusra hatin revandin. Komên çekdar xwendekarên Kurd birin cihekî ne diyar. Navên xwendekarên hatine revandin wiha ne: Xalid Mehmo, Aras Ebdulkerîm, Mîlad Salih, Mehzad Xelîfe, Lewend Dawê, Gorgîn Mehmud, Mizgîn Xorşê, Ebdulrehman Ismail, Ebdulrehman Elî, Xadil Sro, Ciwan Xelîl, Mehmed Mehemed, Sîpan Hesen, Mihemed Hisên, Rojhat Emer, Elî Umer.
NAVENDA NÛÇEYAN
Ji bo şervanên YPG᾿ê merasîm
Cenazeyên şervanên YPG’ê Rustem Elî û Rûbar Mihemed Emîn ên ku di pevçûnên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin. Li Dirbêsiyê bi hezaran cenazeyên şervanê YPG᾿ê li ser milan kirin û ber bi meydana Şehîdan ve oxirkirin. Merasîm birêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hisên Mihemed axivî û banga yekîtiyê li gelê Kurd kir. Piştî ku axaftin bi dawî bûn girseyê cenazeyên şervanên YPG᾿ê bi kerwanekî wesayîtan birin goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê û li vir spartin axê.
DIRBÊSIYÊ
TEV-DEM’ê rizgarkirina Serêkaniyê pîroz kir
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rizgarkirina bajarê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê ji komên çete pîroz kir û berxwedana gel û YPG’ê silav kir.
TEV-DEM’ê bi daxuyaniyek nivîskî rizgarkirina bajarê Serêkaniyê pîroz kir û li hemberî êrîşên komên çete yên girêdayî El-Qaîdeyê ku li Serêkaniyê, Til Temir û Çelaxa pêk hatin, berxwedana gel û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) silav kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bajarê Serêkaniyê piştî agirbestek dualî ya 5 mehan, dîsa rastî êrîşên komên çete hatiye û wiha hat gotin: “Piştî alozî û berxwedaneke mezin bajar duh ji aliyê hêzên YPG’ê ve ji komên çete hate rizgarkirin. Di heman demê de Tiltemir, Tirbespiyê û herêma Çelaxa rastî êrîşên komên çete hatiye û YPG’ê li van herêman jî berxwedanek bêhempa nîşan daye.”
Di daxuyaniyê de rizgarkirina Serêkaniyê hate pîrozkirin û berxwendana hêzên YPG’ê û gel hate silav kirin. Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev serkeftin cihê şanazî û serbilindiyê ye û ev bang li ciwan û hemû derdoran hate kirin: “Em bang li ciwanan dikin ku tevlî refên YPG’ê bibin û herêmên xwe biparêzin. Em ji gelê xwe jî dixwazin ku bi hemû sazî, partî û rêxistinên xwe ve piştgiriya YPG’ê bikin.”
QAMIŞLO