Endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Mahmud Muhemmed binasnav Xebat Dêrik yê zêdetirî 25 salan din nava têkoşîna azadiyê de cihê xwe girt, di encama êrîşekê de, giran birînda bûbû doh jiyana xwe ji dest da. Mehmûd Muhemmed bi nasnavê Xebat Dêrik ê ji Dêrika bajarê Rojavayê Kurdistanê sala 1988'an tevlî nava refên têkoşîna azadiya Kurdistanê bibû.
Xebat Dêrik di nava salên xwe yên têkoşînê de, li Botan, Amed û gelek herêmên din ên bakûrê Kurdistanê di asta fermandariyê de erka xwe bi cih anî. Piştî raperîna gelan li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, par derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û bi awayekî çalak di nava xebatên amadekaririna Tevegera Civaka Demokratîk de cihê xwe girt.

Xebat Dêrik herî dawî beriya çend rojan, ji bo hin nirxên gelê Kurd yên hatine desteserkirina paş de bigre, li bajarê Qamişlo diçe mala kesê bi navê Abdullah Bedro. Dema serdanê, Xebat Dêrik rastî êrîşa çekdarî tê û di encamê de giran birîndar bû û tevî hemû hewldanan jî doh danê sibê jiyana xwe ji dest da.


Ji aliyê hezaran ve tê pêşwazîkirin

Cenazeyê Mahmud Muhemmed (Xebat Dêrik) ji aliyê bi hezaran kesî ve tê pêşwazîkirin.  Cenaze ji Helebê bi karwaneke qelebalix ve gehişt bajarên rojavayê Kurdistanê. Karwanê cenaze li hemû bajarên Rojava ji aliyê hezaran ve tê pêşwazîkirin. Cenaze li Kobanî, Serê Kanî û Dirbesiyê ji aliyê deh hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Li bajar û navçeyên Rojavahiyê Kurdistanê deriyê dikanan nehatin vekirin. Piştî ku cenaze li Dirbesiyê ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin, ber bi Amûdê ve hate birêkirin.  Hate diyarkirin ku karwanê cenaze ketiye ser rêya Amûdê, dê ji wir jî derbasî Qamişlo bibe. Cenaze dê li Dêrka Hemko, li Goristana Şehîdan bi merasimeke girseyî hat definkirin.

ANF/DÊRIK




KCK: Fermandarê mêrxas ê Botanê bû

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk ê ku di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû peyamek sersaxiyek weşand. KCK'ê di peyamê de sersaxî ji malbat û gelê Rojavayê Kurdistanê re xwest û got; "Divê hemû gelê rojavayê Kurdistanê û bi taybetî gelê Qamişlo yê welatparêz, vê êrîşa dijmin a ku ev fermandarê hêja yê ji nav wan derketî şehîd xistî, baş bibînin û di nav refên xwe de cih nedin îxanetê."
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê , peyamek sersaxiyê weşand. HPG'ê di peyama xwe de wiha got, "Hevalê Xebat Derik salên dirêj weke mîlîtaneke pêşeng ê gerîlayê Tevgera Azadiyê li gelek herêman di eniya herî pêş de di asta fermandariya jorîn de erk û wezîfe girtiye ser milê xwe. Herî dawî jî di xebatên civakî ên li Başûr-Rojavayê Kurdistanê erk û berpirsyarî girtiye û xebat meşandiye. Em bang li gelê xwe dikin ku li derdora şehadeta Rêheval Xebat Derik, hîn xurtir û zêdetir hev bigrin û xwedî li tekoşîna azadiyê derbikevin û di nava xebata avakirina civaka demokratîk a bi salane mafê gelê Kurd e cîhê xwe bigrin."


 ANF/BEHDÎNAN