Li gelek parêzgehên di bin kontrola rejîmê de bi xwe hilbijartin doh pêk hatin.
Di rewşa aloz de ku herêm tê re derbas dibe û zêdeyî nîvê şêniyên resen ên Sûriyeyê koçber bûne, her wiha bi sed hezaran kes hatine kuştin, pêkanîna van hilbijartinan dibe mijara nîqaşê.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Kordînasyona Hersê Kantonên Rojava pêr bi 2 daxuyaniyên cihe diyar kiribû ku ev hilbijartin ne rewa ne, encamên jê derkevin jî wan eleqedar nakin û ew ê qebûl nekin li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hilbijartin pêk bên.
Hilbijartinên rejîmê ji rejîmê re
Piştî daxuyaniya kordînasyonê, Hêzên Asayîşa Rojava, li herêmên xweser bi taybetî li bajarên Qamişlo û Hesekê ji bo rejîm sindoqan daneyîne, tedbîrên ewlekariyê zêde kirin. Hêzên Asayîşê nehiştin Dîfaa El Wetenî ya ser bi rejîmê li warên rêveberiya xweser sindoqan deyne.
Rejîm bi darê zorê karmend birin ser sindoqan
Rejîma Baasê karmendên di dezgehên hikumî de dixebitin bi darê zorê dibe ser sindoqên hilbijartinan û wan neçarî dengdanê dike.
Rejîma Sûriyeyê îro li herêmên di bin kontrola hêzên xwe de, hilbijartinên parlamenê pêk tîne. Rêveberî û gelê herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî biryara Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ev hilbijartin boykot kirin û li rojava kes neçû ser sindoqan. Lê belê li beramberî vê helwestê, rejîmê karmendên dezgehên hikûmî bi darê zorê birin ser sindoqan û ew neçarî dengdanê kirin.
Welatiyê bi navê S.E ku di dezgeheke rejîmê ya li bajarê Hesekê dixebite, da zanîn ku vê sibehê rêveberiya navenda wan sindoqek hilbijartinan anî navendê û hemû karmend neçarî dengdanê kirin. S.E ev agahî dan: “Destpêkê nasnameyên me xwestin û navên me qeyd kirin. Paşê hin zerf dan me û bêyî ku em zanibin çi di van zerfan de hatiye nivîsandin jî ji me re gotin van zerfan bixin sindoqan”.
S.E got ku kesê nexwest deng bide jî gefa dûrxistina ji kar û girtinê lê xwarin, û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min ji gelek hevalên xwe yên din ên di dezgehên hikûmî de dixebitin jî pirsî, gotin ku heman tiştî li gel wan jî rû daye”.
Cenevre 3 û agirbest
Heman rojê ango doh, li Cenvreyê hevdîtinên tûra sêyem ku tenê hinek alî tevlî dibin, destpê kirin. Şandeya Riyadê doh çû Cenevre û çav li rê ye şandeya rejîmê jî piştî 15’ê Nîsanê biçe Cenevreyê.
Li aliyê din di demeke de ku çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê êrîşî Şêx Meqsûd dikin, hêzên rejîmê amadekariya kontrolkirina Helebê dikin û Tirkiye êrîşî herêmên Rojava dike, agirbesta Sûriyeyê li ber ruxandinê ye.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Steffan De Mistura di dema serdana xwe ya Tehranê de gotibû, divê gaveke rasteqîn a ber bi pêvajoya veguherînê li Sûriyeyê bê avêtin.
QAMIŞLO