Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di sala 2011’an de ji bo berevanî û parastina gelê Kurd û hemû gelên herema Rojava hate damezrandin, hewl dide rejîm û muxalefetê durî Kurdan bike ku şerê di navbera wan de derbasî Rojava nebe. Lê rejîm û muxalefeta nijadperest Kurdan ji xwe re hedef digrin û her yek ji aliyê xwe bi ser wan ve tê. Rejîmê bi riya belafirên şer gelek Kurd li taxên Helebê kuştin. Komên muxalefeta nijadperest jî niha herema Hesekê û Qamişlo ji xwe re kirine hedef û dixwazin Kurdan têk bibin da ku tevahiya vê heremê bigrin bin destê xwe. Ev herem ji bo Sûriyeyê hebûnek xwe ya strtatejîk heye. Nîvê berhemdariya çandinyê û petrola welat ji vê heremê tên. Loma ev êrîş bi beşdariya gelek komên çete û hin êşîreyên heremê pêk tê.
Di van rojên dawî de li Til Temir şerekî dijwar di navbera Kurdan û hêzên çete de qewimî û hîna jî didome. Di vî şerî de carek din hêza parastina rojava YPG lehengî û qehremanî nîşan da. Dikarîbû gel biparastina û bi dehan ji endamên van komên çete bikuşta. Di 72 satên dawî de li Til Temirê YPG’ê 3 şehîd dan. Li Efrînê jî 2.
Gelê Kurd xwedî li şehîdên xwe derdikeve û ji bo hildana tola wan bi dehan ciwanên nû tevî refên YPG’ê dibin.
Li Rojava YPG bûye dibibstana berxwedan û fedekariyê. Di van 2 salên derbasbûyî de Kurdên Rojava karîbûn hêzek eskerî ya bi rêk û pêk û pispor ava bikin. Niha ev hêz bûye 3’mîn hêz li Sûriyeye û ji bi dehhezar şervan pêk tê. Tevgera Azadiya Kurdistanê xwendinek strtatejîk kir û karîbû rewşa Sûriyeyê baş binrxîne. Got divê Kurd xwe durî şerê navxuyî bikin û nebin peyayê tu hêzê. Xwe birêxistin bikin û ji bo xwe bixebitin.
YPG hêza parastina gelan û baweriyê ye
Niha Kurd bûne hêzek sereke û xwe li ser hemû hêzên navxuyî, heremî û navnetewî ferz kirine. Komên muxalefeta nijadperest hewl didin cihê strtatejîk ji destê Kurdan derbixin. Çavê wan li berhemên çandinî û petrolê ye. Lê dê bi sernekefin. Li Rojava gelek Ereb, Sûryanî, Asûrî û Ermenî YPG’ê wek nûnerê xwe dizanin. Dibêjin vê hêzê em ji destdirêjî û terora komên çete parastin. Loma em şêweyên alîkariya cur bi cur ji aliyê van kesan ji bo YPG’ê dibînin. Gelek kesên ne Kurd jî tevî nav refên vê hêza parastinê bûne. Divê were gotin ku tevahiya netewa Kurd tekoşîna YPG’ê li dijî hêzên nijadperest dişopîne. Netewa Kurd bi serkeftina vê hêza xweparastinê kêfxweş e. Ji bo Kurdên Rojava pêwîstî bi yekgirtinê heye. Divê hemû hêzên siyasî xwe bicivînin ser hev û di yek çeperê de şerê dijminan bikin. Em dibînin ku piraniya partiyên Rojava cihê xwe li cem berxwedana YPG’ê dibînin. Tenê koma bi navê ‘Hevgirtina Siyasî’ ku li Hewlerê li jêr çavdêriya PDK hatiye damezarindin, helwestek cuda digire. Ev koma han xwe ji refên Kurdan vediqetîne û çavê xwe berdide hin hesabên biçûk. Têkilyan bi muxalefeta Ereb a ku nasnameya Kurdan nasnake, datîne û hewl dide bazarê li ser destkeftiyên Kurdan bike.
Şer û berxwedana ku YPG ji bo parastina hebûn û nirxên gelê rojava dike, ji aliyê vê ‘hevgirtinê’ ve tê piştguh kirin. Berovajî ku tê xwestin, ew hewl dide YPG û PYD’ê qels bike û kampanyaya reşkirinê dimeşîne. Bi riya 2 satan weşana di televizyona PDK’ê Zagros TV de kampaniyaya reşkirin, marjînalkirin û berovajîkirina rastiyan tê meşadnin. Di vê kampanyayê de tewanberiyên cur bi cur li dijî hêza parastina Kurdên Rojava YPG tên kirin û destkeftî û qurbanî tên piştguhkirin an jî biçûkxistin.
Ev nêzîkî salekê ye ev kampanya dewam dike. Me heta niha dengê xwe nekiriye, lê ev şêweyê ‘rexnekirinê’ ku bûye kînek reş, divê ji îro û pê ve bê bersiv nemîne. Divê gelê Kurd rastiya vê hewledanê nas bike û bi xwe biryar û hûkm bide.
Divê PDK’ê rê li wan bigire
Divê ‘Hevgirtina Siyasî’ bizanibe ku YPG heta niha zêdeyî 50 şehîdî daye û dema ew bi riya vê kampaniya reşkirinê xebata vê hêzê biçuk dixe, ew hestên 50 malbatên Kurd birîn dikin û xwîna zarokên wan erzan û bê qîmet dikin.
Divê PDK rê li ber vê komê bigre da ku zêdetir kînê belav neke û navbera Kurdên Rojava têk nebe. Eger ew çend partiyên ku di vê ‘hevgirtinê’ de cihê xwe girtine, nikarin gel biparêzin, bila bê deng bimînin û dev navêjin kesên ku niha di riya azadiyê de xwîna xwe didin. Ew azadin herin Hewlerê û li gel malbatên xwe li wir bi cih bibin, lê qet mafê wan nîne ku xebata welatparêzan erzan bikin û li cem muxalefeta Ereb a nijadperest bazarê li ser xwîna Kurdan bikin.
Eger çavê wan li Gumrika Sêmêlka û Petrola Rimêlanê ye û ditrsin ku yek partî van berheman bo xwe terxan bike, ew şaş in. Ev berhem dê milkê hemû Kurdan be. Jixwe niha Desteya Bilind a Kurd ew çavdêriya tevgera çûn û hatinê, kirîn û firtonê dike û hemû pere di destê wê de ye.
Ji PDK’ê tê xwestin ku senaryoyê birakujiya Başûr li Rojava dubare neke. Divê Kurdên Rojava ji bo gumrik û petrolê bi hev nekevin. Divê PDK van partiyan ber bi yekîtiya bi hêzên din re bajo. Eger bixwazin bi awayekî çekdarî gel li himberî komên çete biparêzên, mafdar in, lê nabe hêzek din hedef bigrin.
Eger ev 4 partî xwe mîna muxalefetek demokrat binasin û berjewndiyên Kurdên Rojava biparêzin, mafê wan yê karê siyasî û çavdêriyê heye. Divê rêz ji vî mafî re were girin. Lê eger ew hewldanên xwe yên bêbandorkirina Desteya Bilind û YPG’ê û têkiliyên bi komên çekdar re berdewam bikin, divê tu carî derfet ji bo wan neyê dayin ku bi hêz bibin û karibin li himberî yekîtiya Kurdan binin asteng. Eger hêza wan peyda bibe dê hemû axaftinên xwe bikin praktîk û dest bi şerê birakujiyê bikin.
Divê ezmûna başûrê Kurdistanê ya birakujyê li Rojava dubare nebe.
Di roja îro de du tişt ji bo gelê Rojava jiyanî ne: Yekîtiya hêzêzn siyasî û berevaniya heremên rojava li himberî êrîşên rejîm û muxalefeta nijadperest.
Di vê qonaxa dîrokî de her hêzek divê bibe alîkar û paraêzvanê yekîtî û biratiyê.
Li Rojava têkoşîna yekîtî û parastinê
Kurdên Rojava şerê hebûn û tinebûnê didin. Li himberî rejîma Beşar Esad û muxalefeta nijadperest destkeftiyên xwe diparêzin. Rejîm û muxalefet Kurdan weke îradeyeke serbixwe qebûl nakin. Hewl didin heremên Kurdan têk bibin û tevlihev bikin. Naxwazin hêzek eskerî ya Kurdên Rojava xurt bibe û cihê xwe bigre. Ji ber hindê bi hemû derfetên xwe û bi alîkariya dewleta Tirk, ev komên çete niha hewl didin dorê li Kurdan teng. Bi taybetî jî êrîş li bajar û gundên Kurdan yên di tixûbên Rojava de tên kirin. Pîlana wan ewe ku Kurdan ji van hereman derbixin û wan derbider bikin. Ev Enfalek din e. Bi taybetî li bajarên Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê êrîş zêde dibin. Li van bajaran û gundên derdora wan hijmarek eşîrên Ereb jî hene. Bi riya van eşîran navendên neyarên doza Kurd û Kurdistanê, bi taybetî jî dewleta Tirk, hewl didin şerekî gelan derxin. Ev eşîr piraniya wan alîgerên rejîma Esad û Partiya Baas a desthilatdar bûn. Niha gelek ji wan dibin alîgerên komên çekdar û bi riya van koman dixwazin hêza Kurdan qels bikin.