
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera destpêka komployê 9’ê Cotmehê de daxuyaniyeke weşand û destnîşan kir ku di nav 17 salên derbasbûyî de ji aliyê esasî ve yê winda kiriye hêzên komploger in, yê bi ser ketiye jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd e.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 17. a destpêka komployê 9’ê Cotmehê de, bang li gel kir da ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya ku xwerêveberiya gel a li hemû parçeyan e, bilind bikin û li ser vê bingehê rê li ber azadiya Rêber Apo vekin.
KCK’ê diyar kir, ku di ser komploya navneteweyî re 17 sal derbas bûne û hemû hêzên di nava vê komployê de cih digirin, careke din bi tundî şermezar kir. KCK’ê, di serî de cangoriyên di berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de şehîd ketin, hemû şehîdên têkoşîna 17 salan a li hemberî komployê bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî. Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin, “Em, Rêberê xwe yê bi komployê re dîl hat girtin û di şert û mercên Îmraliyê de şerekî mezin ê vîn û ramanê dimeşîne bi rêzdarî silav dikin û destnîşan dikin, ku baweriya me pê heye; felsefe û xeta îdeolojîk-polîtîk a Rêber Apo wê her şêwe komployan têk bibe, gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî gelên Kurdistanê azad bike.”
‘Felsefeya Rêber Apo bi ser ket’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevgera me ya azadiyê û gelê me, ev 17 sal in li ser bingeha felsefe û xeta îdeolojîk-siyasî ya Rêber Apo têdikoşin, komploya navneteweyî û hêzên di nava komployê de cih girt bi giranî têk birine û bi vî rengî dewam kir: “ Ji aliyê esasî ve yê winda kiriye komploger in, yê bi ser ketiye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd in.”
KCK’ê derbirî ku li derveyî paradîgma, xeta îdeolojîk û siyasetî ya Rêber Apo, nepêkan e pirsgirêkên giran ên li Rojhilata Navîn werin çareserkirin û wiha pê de çû:” Pêkhatina Şoreşa Rojava li ser xeta Rêber Apo û bûyîna bingeha Sûriyeya Demokratîk, tê wateya pûçkirin komployê. Li Rojava û Sûriyeyê, têkoşîna xeta Rêberê me ya li dijî DAIŞ, hemû hêzên paşverû û destekdarên wan, di heman demê de tê wateya darizandina komploya navneteweyî.
Hêzên komploger ên navneteweyî, ji bo xwe ji vî karê gemarî rizgar bikin, di serî de ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya gelê me, divê bikevin nava hewldanan û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Bi vî rengî dikarin xwe ji hesapdayîna ji dîrokê, mirovahiyê û gelên me rizgar bikin.”
‘Rêya aşitî azadiya Rêber Apo ye’
KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk hînê gardiyaniya komplogerên navneteweyî dike; di şexsê Rêber Apo de dijminatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd nîşan dide. Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî dewam kir: “Tevî ku li cîhanê di vê astê de ti gel bi Rêberê xwe re ne dilsoz e jî, li şûna ku vê rastiyê bibîne û di şexsê Rêbertiyê de bi gelê Kurd re li hev bike, bi polîtîkaya dîlgirtin û tecrîda şidandî ya li hemberî Rêber Apo re, dijminatiya xwe ya li gelê Kurd zêdetir dike. Eger biratî wê pêk were, eger em ê di nava netewebûyîna demokratîk a bi hev re de cih bigirin, hingî azadiya Rêber Apo şert e.”
‘Divê asta têkoşînê bilindtir be’
KCK’ê bi vî rengî dawî li daxuyaniyê anî: “Gelê me heta roja îro bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û bi têkoşîna di xeta Rêber Apo de, her tim bi ser ketiye. Serketina Şoreşa Rojava îspata herî şênber a vê yekê ye. Girîng e gelê me bi têkoşîna di xeta Rêber Apo de, têkoşîna azadiya Rêber Apo û azadiya gelê me bilind bike. Têkoşîna demokrasiya herêmî, xwerêveberî û xweseriya demokratîk a îro gelê me li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, di heman demê de têkoşîna azadkirina Rêber Apo ye. Ragihandina xwerêveberiyê û têkoşîna li dora vê yekê tê meşandin, pratîkbûyîna xeta Rêber Apo, têkoşîna nêzbûna li azadiya gelên me û azadiya Rêber Apo ye.
Di sala 17. a komployê de, em bang gelên xwe dikin, ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya ku xwerêveberiya gel a li hemû parçeyan e, bilind bikin û li ser vê bingehê rê li ber azadiya Rêber Apo vekin.”
ANF/BEHDÎNAN