
Welatiyan sedema vegeriyan Rojavaya Kurdistan tênîn ziman ku rewşa welatiyan di wargehên koçberan de gelekî xerab e, bi taybet bi hatina demsala zivistanê re. Her wiha rojane nêzî 400 welatî ji Başûrê Kurdistanê vedigerin Rojava. Derbarê mijarê de Endamê Rêveberiya Deriyê Sînor ê Sêmalka Umran Qasim diyar kir ku hejmara welatiyan ên vedigerin Rojava rojane 350 kesî derbas dike. Qasim da zanî ku ew ji bo pêşwazî veguhastina welatiyan gelek maşin amadekirine.
Her wiha Qasim destnîşan kir ku di meha Mijdarê de 14 hezar welatî vegeriyan û wiha got: “Hejmara welatiyên di meha borî de vegerîne 14 hezar in. Tevî vê yekê jî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê deriyê sînor heta niha girtiye.” Li aliyê din Meclîsa Tenduristiyê ya bajarê Dêrikê ji bo rewşên awarte, derzîkirina zarokan û parastina wan ji nexweşiyên ku dibe ji wargehan wergirtibin, gelek bijîşk şandin sînorê Rojava û Başûr.
ANHA/DÊRIK