Xebatên çêkirina rêyan
Ji aliyê din ve Komîteya Şaredariya gundê Meska bi alîkariya Şaredariya Navçeya Cindêris a Efrînê, Kolan û rêyên gundê Feqîra ya Navçeya Cindêrisê çêkir. Ji ber xirabûna kolanên gundê Feqîra ya Cindêrisa Efrînê, wesayîtan di hatin û çûna di van rêyan de dikşandin. Komîteya Şaredariya gundê Meska bi alîkariya Şaredariya Navçeya Cindêris a Efrînê rêyên gundê Feqîra çêkir. Têkirldarî mijarê Endamê Komîteya Şaredariyê Behmend Hesen diyar kir ew hemû kolan û rêyên herêmê yên xirabûne dê çêbikin. Hesen bang li meclîsên hemû gundan kir ên kolan û rêyên gundên wan xirabûyî serî li şaredariyê bidin.
ANHA/SERÊKANIYÊ-EFRÎN
Alikariyên Rojava birê ket
Bi pêşengiya şaredariya Nisêbînê kampanyaya ku ji bo Rojava hatibû destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de tevkariya ku ji Colemêrg, Cizîr, Manîsa û Stenbolê tên û li Navenda Çanda Mîttaniya Nisêbînê ku tên topkirin, ji bo bigîhîje bajarê Qamişlo di Deriyê sînor a Nîsêbînê hat şandin. Amûrên ku ji arvan, birinc, mama û potên zarokan û şekir pêk tên bi giştî 150 ton li 9 kamyon û TIR'e kê hat barkirin û ji bo biqîje gelê Rojava birê ket. Berya ku wesayît birêkevin rêveberê ÎHD'a Colemêrgê Cemal Sezgîn diyar kir ku bi taybetî jin û gelê Colemêrgê ji bo piştgiriyê bidin gelê Rojava seferber bûne û wiha axivî: " Em ji jinên Colemêrg û gel re spasiyên xwe dikin ji ber ku alîkariyê dane." Piştî Sezgîn xebatkarê Şaredariya Cîzrê Dijwar Dîrekçî axifî û anî ziman ku li Cîzrê amûrên ku hatine topkirin bi 5 kamyonan şiyandine Nisêbînê û da zanîn ku ew ê ji bo gelê Rojava dê hertim dinava piştgiriyê de bin. Piştî Dîrekçî Alîkarê Şaredariya Nisêbînê Ahmet Dînç ji ber alîkariya ku ji Rojavara hatiye dayin spasiya xwe kir û daxwaz kir ku amûrên ku hatine totkirin divê roja çarşemê bigihîje Nisêbînê.
Li Cîzreya Şirnexê jî kampanyaya ku ji bo Rojava hatibû destpêkirin berdewam dike û di çarçoveya kampanyayê de dinava çend hefteyan de bi dehang kamyon amûrên jiyanê û xûrek hatin topkiri. Bi hewildanên BDP'a Cîzrê û nûnerên saziyên sivîl amûrên ku hatin topkirin di ebara şaredariya Cîzreyê de ji bo di demên pêş de bê şandin hatiye seknanadin.
DÎHA/AMED