Gelek zanyar, nivîskar û parêzvanên mafê mirovan ên ji neteweyên cuda gotin, ‘’Em xwedî li Rojava derkevin, vê tecrûbeyê belav bikin.’’

DEVRÎŞ ÇÎMEN / ANF/BRUKSEL

Gelek zanynar, nivîskar û parêzvanên mafê mirovan li ser Rojava axivîn û gotin, dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava binpêkirina hiqûqa navnetewî ye û bal kişandin ser tehlûkeya qirkirinê.

Rewşenbîr û nivîskarên ji neteweyên cuda li dijî dagirkeriya Tirk a bi hevkariya hêzên paşverû gotin, divê mirov li tecrûbeya Rojava xwedî derkeve; şoreşa Rojava ji bo cîhanê hêvî ye. Zanyar, rewşenbîr û nivîskaran her wiha gotin divê mirovahiya pêşverû Kurdan tenê nehêle.

Dişibe dagirkeriya Qibrisê

Dr. med. Ahmed Djavît ku ji Qibrisê ye, dagirkeriya Tirk a li ser Rojava şiband dagirkeriya Tirk a li ser Qibrisê ya 1974’an û got, ‘’Divê diyar bikim ku ez li pişt Rojava me, ku di van 6 salên dawî de jiyaneke pirreng a ji etnîk û dînên cuda, civakeke cuda tê avakirin.

Rojava şoreşa demokratîk e

Prof. Andrej Grubacîc ku li dibistana San Francisco CIIS a DYE’yê Serokê Departmana Antroplolojî û Guherîna Sosyal e, got, ‘’Çima divê em berevaniyê li Rojava bikin? Ji ber ku Şoreşa Rojava demokratîk e, û mînaka civaka wekhevîxwaz, ekolojîk e ku xwe dispêrê azadiya jinê û her kesî.

Xwedî wijdan divê pişta Rojava bigirin

Abraham T. Zere, Dîrektroê PEN Erître a li Sirgûnê jî got, di demeke wiha de ku Tirkiye bi dijminatî êrişê dibe ser mafên bingehîn ên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ‘’Çi kesê xwedî wijdan divê pişta gelê Rojava bigire.’’

Kurd ji ber ku Kud in têne kuştin

Nurit Peled-Elhanan, Filolojîst e, li Zanîngeha Ibranî ya Qudsê profesorê ziman û perwerdehiyê ye û 2001’ê xelata Sakharov standiye got, cîran û rêveberiyên li ser serê Kurdan tenê wan diêşînin. Ji ber ku tenê Kurd in, Tirk wan dikujin.

Divê em çavên mirovan vekin

Attila Vajnaî,  Serokê Giştî ya Partiya Karker 2006 a Macarîstanê, çalakiyên protestoyî yên dema serdana Erdogan a li Budapeşteyê bi bîr xist, ku ji hêla komên çepgir ve hatibû kirin û got,’’Heke em agahiyên derbarê têkoşîna gelê Rojava û jiyana wan de par ve bikin wê piştevanî xurtir bibe. Divê em çavê mirovan vekin, rêxistiniya komên aktivîst ên baş perwerdekirî û zane pêkan e.

Divê ev ezmûn were parastin

Gal Kirn, ku li Zanîngeha Teknîkê ya Dresden a Elmanyayê li ser siyasetê teoriyê dike, got, ‘’Heke tiştek, kes hebin ku divê berevanî li wan were kirin, ev komuna Rojava ya siyasî, sosyal û ekolojîk e û civaka Rojava ya ku li ber xwe dide û xwedî tecrûbeyeke jiyanî ne. Divê em vê li dijî berjewendiya hêzên mezin ên neo emperyal û herêmî biparêzin. Rojava, nexasim jinên Rojav û her wiha Kurdan, sembola sosyalîzma demokratîk e ku li bakurê Sûriyê sazkar e û gelan xurt dike.

Tenêhiştina Kurdan şerm e

Ian Angus ku li Zanîngeha Sîmon Fraser a Kanadayê profesoriyê dike, got, ‘’Berxwedana Kurdan a li Rojava li dijî DAÎŞ’ê kana moralê bû. Dema ku hewceyiya tevgera demokratîk a Kurdan pê hebû, ji hêla cîhana Rojava ve tenê hiştina Kurdan şerm û fedî ye. Tevgera  Kurd mîna hêzeke girîng a pêşverû li herêmê derdikeve pêş û heq dike ku hemû dengên pêşverû yên cîhanê destekê bidinê’’