Rayedarê xizmeta perwerdehiyê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nureddîn Mihemed da zanîn ku ew ê di nava çend rojekî de dersên dibistana dîjîtal bidin destpêkirin; ders wê ne di ser înternetê de, lê di ser televîzyonê re bên belavkirin. Mamoste niha dersan qeyd dikin da ku hem di ser televîzyona Rojava TV re û hem jî di ser kanala Youtubê biweşînin. Ji bo têkiliyan mamosteyan bi şagirtan re bê misogerkirin jî wê WhatsApp bê bikaranîn. Ders wê herroj saet ji 8’ê sibê heta 12’ê Nîvrojê, ji 14’ê piştî nîvrojê heta 15’ê piştî nîvrojê, û ji 16’ê berêvarkî heta 17’ê berêvarkî di Rojava TV de bên weşandin. Bandar Ismail, bavê sê zarokan e, ew ê bê sebr li benda dersa pêşî ye. Lê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî meseleya qutbûna elektrîkê jî dike ku ew fikaran bike: “Ez nizanim ka wê rêveberiya xweser karibe têra xwe elektrîk û înternetê misoger bike.” Mamosteya zimanê Kurdî Heyat Ebas bi xwe dibêje, ew gelekî bêriya şagirtên xwe dike ku wan yekser û bi şexs bibîne. Mamosteya 43 salî dibêje, “ders hema qederê nîv saetekê ye, û em hewl didin bi qasî mumkin e gelek tiştan rave bikin. Lê mirov nikare bersivê bide pirsên şagirtan.” QAMIŞLO