Derbarê wê mijarê de, jêdereke agahdar ragihand ku dê li Qamîşloyê, du kongreyên aliyê Kurdan dê bête li darxistin, yek ji aliyê Partiyên Tevgera Kurdî yê ji 11 partiyan pêk hatiye ve tê li darxistn û kongreya duyemîn jî ya ku ji aliyê ciwanên Kurd yên şoreşger ve tê li dar xistin. Wê jêderê da zanîn ku ji ber yekrêziya tevgerê siyasî Kurdî li rojavayê welêt, partiyên tevgera Kurdî dest bi lidarxistina kongreya nîştimaniya Kurdî dikin, di heman demê de jî, tevgera ciwanên Kurd ji bo yekrêzî û bihêzkirina helwestê şoreşgerî yê aliyê Kurdî li hemberî rêjîma Sûriyeyê, dê kongreya xwe li darxînin.
PUKmedia