Li gor agahiyên hatin girtin, Heşd el Şeebî di çarçoveya vê operasyona xwe de heya niha her çar gundên Ezel, Tifahe, Ebunexîle û EbuHecîre ku dikevin rojavayê Mûsilê kontrol kirine.Li gor heman agahiyan hêzên Heşd el Şeebî ber bi navçeya Til Ebtan a dikeve rojavayê Mûsilê û di heman demê de navçeyek a stratejîk ya herêmê ye ve pêşde diçin. Di 17’ê Cotmehê de operasyona kontrolkirina Mûsilê hat destpêkirin û operasyon didome.
MÛSIL