Akîf Kendal (Ercan Tekîn) Binevş Denîz (Fevziye Tekîn), Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Onder Aslan (Şervan Varto), Rênas Andok, Cîhan Dûman (Heqî Şadî) ên beriya demeke nêz jiyana xwe ji dest dan û şervanê YPG’ê Mûhammed Işiklar (Berxwedan Varto) yê li Girê Spî jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn. Merasîma bîranînê piştî xwendina mewlûdê, bi qîrîna dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
Ji bo bîranîna Hardîng merasîm
Li Sydney ji bo şervanê YPG’ê Hardîng merasîm hat lidarxistin. Li bajarê Sydney ê Awûstûralya li Navenda Civaka Deomkratîk a Kurd ji bo şervanê YPG’ê Recce Hardîng merasîmeke rojbûnê hat lidarxistin. Di merasîma ku nêzî 200 kes beşdar bûn, Hevserokê Navendê Brûsk Everî, dayik û bavê Hardîng axivîn. Dayik Mchelle Hardîng got: “Min kurê xwe şehîd da. Di heman demê de em şad û serbilindin ku me gelê Kurd nas kir.” Dayik Mchelle axaftina xwe bi dirûşma, “Bijî YPG, bijî YPG” bi dawî kir. Di merasîmêde Hunermend Roj jî stran gotin.
ROCHEFORT/SYDNEY