Ajansên nûçeyan yên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku ji ber aşûtê neçîrvanek û du karker mirine.
Pêr li du navçeyên cûda yên Rojhilatê Kuridistanê, li navçeya Hewramanî Text û Çaldêranê sê welatiyên Kurd ji ber aşûta berfê mirin. Li ser rêya di navber Dizla Derekî ya ser bi navçeya Hewramanî Text li Rojhilatê Kurdistanê li ser rêya Helemûtî (Jalane) li cihê bi navê Kerbenaw ji ber aşûta berfê 2 karkerên ji bo çereserkirina pirsgirêka elektrîkê ji bajarê Sewlawe diçûn navçeya Hewremanê, jiyana xwe ji dest dan û kar ker Peyam Mihemedî yê 23 salî û Darbûş Şakir yê 26 salî yên ji gunde Çeşmîr in.
Piştî bûyerê welatî û tîmên rizgarkirine çûn cihê bûyerê û cenazeyên herdu karkeran ji bin berfê derxistin û rakirin nexweşxaneya Buelî ya Merîwanê.
Li aliyê din jî hat ragihandin ku li navçeya Çaldêran ya ser bi Urmiyê nêçîrvanekî Kurd yê bi navê Nasir ji ber aşûta berfê miriye û serê sibê hêzên rizgarkirinê cenazeyê wî ji bin berfê derxistine.
Li aliyê din Hersê kolberên ku li ser rêya navbera Hacî Omran û Pîranşarê ber pûka berfê ketin û winda bibûn, hatin dîtin. Hat diyarkirin ku kolberekî jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.
Hêjayî gotinê ye ev ne bûyera yekem e ji ber vê yekê pêk tê. 29’ê Çileya îsal jî komek kasibkarên Kurd li nêzîkî navçeya Bêwarana Seriya Serê ya bajarê Serdeştê, man di bin aşûta berfê de û rexmê hemû hewdanên rizgarkirinê jî 4 kasibkaran jiyana xwe ji dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN