Rejîma Komara Îslamî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê hewl dide ku bajar, navçe û gundên Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê asteng bike. Beriya demekê hati bû diyarkirin ku hêzên ewlekariya rejîmê li Bokanê gef li hunermendan xwaribû ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê nebin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên rejîmê vê carê jî li Merîwanê gefa girtinê li welatiyên ku dê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin dixwe. Li Merîwanê hêzên re jî ji terzîxaneyên ku kincên Kurdî çêdikin xwestine ku ji bo wan kicên Kurdî pê bidirûn. Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku hêzên ewlekariyê dê bi van cil û bergên Kurdî biçin nava pîrozbahiyên gel û bi vî awayî kesên ku tevlî Newrozê bûne deq bikin. Hate diyarkirin ku li hin gundên bajarê Pîranşarê jî vêxistina agirê Newrozê hatiye qedexekirin.
Hêjayê gotinê ye ku di meha çileyê de jî rayedarên rejîma Îranê yên li Bokan ji hunermend û stranbêjên Kurd re gotine ku bi tu awayî nabe pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin û ji bo vê yekê gef li wan xwarine. Par jî li çend gundên Bokanê jî pîrozbahiya Newrozê hatibû qedexekirin.
MERÎWAN