
Şîdeta li hemberî jinê êdî gihîştiye asteke wisa ku bandorê li ser tevahiya civakê dike. Bi taybetî wekî amûrekî teslimgirtin an jî bandorkirina li ser jinê tê bikaranîn. Di roja îroyîn de li cîhanê ji her 3 jinan yek rastî şîdetê tê. Ev şîdet jî çand, netew, reng an jî temenekî nas nake. Lê li her civakekê li gorî asta zanebûn û têgihîştina civakê diguhere. Li gorî vê yekê li Rojhilata Navîn rêjeya şîdeta li ser jinê, jiber sedemên cur be cur ji deverêndin zêdetir e.
Rewşa welatên Ereb
Li gorî lêkolînên hatine kirin, di civakên li Rojhilata Navîn de rêjeya şîdetê ji navenga (kêmzêde) cîhanê zêdetir e. bi taybetî ji ber zîhniyeta parêzkar (kevneparêz) a hişk ku civak li gorî wê teşe girtiye, şîdet di aliyê zihnî, bedenî û cinsî de zêdetir û kurtir bûye. Lewre pêşîgirtin an jî darizandina sûçdaran jî pêk nayê.
Di nava dewletên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (welatên ereban) de, tenê Behreyn, Urdun, Lubnan û Cezayir û Mexrib (Fas) şîdeta li hemberî jinê didarizîne û qanûnên wan yên li hemberî şîdetê hene. Lê tevî qanûnan jî li Urdunê rêjeya şîdetê ji sedî 86 e. Li Mexrîbê jî zêdetirî 4 milyon jin rastî tecawizê hatine. Li welatên din jî wêneyekî bi heman rengî heye.
Li aliyê din qanûnên li hemberî şîdetê jî piranî suçdaran diparêzin. Li Lubnan, Suriyeyê û Urdunê dema ku kesekî sucê tecawizê pêk anîbe, lê piştre bi qurbaniya xwe re bizewice, li gorî qanûnan yekser tê efûkirin.
Bihara Ereban çi bi xwe re anî?
Di demeke wika ku mafê jinê herku diçe zêdetir tê xwarin de, pêla serhildanên gelan ku wekî “Bihara Ereban” jî tê bi navkirin û li hemberî neheqî û binpêkirinan destpêkiribû jî, ji bo jinê hîn zêdetir wêranî anî.
Misir, Suriye û Iraq
Li gora lêkolîneke Saziya Thomson Reuters a Birîtanî, Misir piştî Afganîstanê di cîhanê de duyemîn welatê jin lê rastî şîdeta zayendî tên e.Raporên ku NY û hin rêxistinên sivîl amade kirine diyar dikin ku li Suriyeyê piştî destpêkirina şerê navxweyî rêjeya şîdetê gelekî zêde bûye. Bi taybetî tecawiz, zewaca bi darê zorê, kuştinên di bin behaneya şerefê de û berdanê zêde bûne. Her wiha bi deh hezaran jin bûne qurbaniyên şerê navxweyî. Lê ji ber rewşa ewlekariyê derbarê mijarê de hijmareke zelal nehatiye diyarkirin. Herî dawiyê Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Suriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, di sala 2014`an de diyar kiribû ku di nava hersê salên destpêkê yên şer de 15 hezar jin hatine kuştin.
Li Iraqê jî, li gorî daneyên Wezareta Karûbarên Jinan ji her 5 jinan yek rastî şîdetê tê. Li Iraqê yek ji mijarên girîng jî şîdeta li ser jinên Êzidî ye. Li gorî hin sazî û rêxistinên herêmî û navnetewî dema çeteyên DAIŞ’ê di tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran jinên êzidî revandin. Hejmara gîştî ya van jinan nehatiye zanîn, lê belê tişta zelal ew bû ku jinên ku di dema dagirkeriya çeteyan de hatibûn revandin, rastî şîdeta zayendî, firotin û fizîkî hatine.
Li Lubnanê, salane nêzî 12 jin tenê ji ber şîdeta di nava malbatê de tên kuştin.
Li Filistînê jî, li gorî raporeke Navenda Alîkariya Mexdûrên Şîdetê ji sedî 64’ê jinan rastî şîdetê tên. Li Gazayê jî ev rêje digihîje sedî 77’an.
Li Tunusê jî, li gorî Dîwana Malbatan a Tunisê piştî pêla serhildana gelan, niha rêjeya jinên ku rastî şîdetê tên sedî 47 e.
Li Tirkiyeyê şîdet zêde ye
Li Tirkiyeyê, li gorî daneyên ne fermî di 6 mehên destpêkê yên sala 2015`an 100 jin hatine kuştin. Her wiha di 5 salên derbasbûyî de 1134 buyerên kuştina jinan çêbune. Dîsa jinên ku ji 15 saliyê jortir in, sedî 60 rastî şîdeta fizîkî û zayendî hatine. Li gorî lêkolînan ji her 3 zarokên ku temenê wan di navbera 12 û 17 saliyê de diguhere, yek rastî tecawîzê hatiye. Di sala 2014`an de li Tirkiyeyê 296 jin hatine kuştin. Ev reqem li gorî bûyerên di sala 2013’an de, ji sedî 30 zêdetir e.
Li Başûrê Kurdistanê jî rêjeya şîdeta li ser jinê wekî ji sedî 54 hatiye tespîtkirin.
NAZDAR EBDÎ/ANHA/QAMIŞLO