Difikirin bi riya cihadê wê bigihêjin xwedê! Çawa ku li gelek cihan ji bo tinekirina tevgerên çep li her derî hatin birêxistinkirin li Kurdistanê jî vê tevgerê bi salan di kirasê cur be cur de xwe birêxistin kir. Di gelek hevsengiyên di Rojhilata Navîn de ev grup ji aliyê her dewlet û hêzekê ve li gor berjewendiyên wan hatine bikaranîn. Di van demên dawî de jî rêxistina wan li Rojhilatê Kurdistanê bûye sedema metirsiyan. Herwiha li gel ku tevgerên sunî ne lê ji aliyê rejîma Îranê ve gelekî bi aşkerayî têne destekkirin.


Mekteba Quranê û Ensarûlîslam

Em hinekî behsa rêxistina wan li Rojhilat bikin;
Yek ji mektebên selefiyên radîkal ‘Mekteba Quran’ e. Ehemed Moftîzade avakerê mekteba Quran e. Di sala 1979 an de dixwest helwest û hêza muxalif a gel li hember şah bi fikrên olî pêş bixe. Yekemîn Mekteba Quranê li bajarê Merîvanê ku berê yek ji navenda şêxên Neqşî bû, avabû. Piştre ev mekteb di bajarên din de jî belav bû.
Paşê û niha jî herî zêde Ensarûlîslam derketiye pêş. Ensarûllîslam grupek Selefî-Cîhadî ye. Navenda wan herêma Helebçe bi taybet Hewraman (gundê Biyarê) li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye. Koma dînî a Necmeddîn Ferec Ehmed (Mela Kirêkar) û Cundûlîslam bi serokatiya Ebûebdullah Şafiî di sala 2001’an de bi hevre dibin yek û Ensarûlîslamê ava dikin û Mela Kirêkar dibe serokê wê. Bi vê re gelek kom û partiyên olî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tevlî Ensarûlîslamê dibin. Herwiha piştî binketina Talibanan li Efxanistanê bi sedan cîhadiyên Ereb û Efxanî têne Kurdistanê. Wekî din bi dehan endamên cîhadiyên “Hizbullaha” ku ji Bakûrê Kurdistanê çûbûn Efxanistanê dîsa vedigerin û di nav Ensarûlîslamê de cih digirin. Ji xwe serokên vê tevgerê piraniya xwe li Iraqê ne. Têkîliya van koman herdem bi Îranê re baş bûye. Iran hertim di warê lojîstîk û aborî de ew destek kirine. Yek ji siyasetên Îranê ango Sipahê Pasdaran -şaxek leşkerî di nav artêşa Îranê de- ewe ku partiyên olî ên bi vî rengî yên bi ola Sunî li İraqê çêbikin. Sala 2003’an dema DYA İraq dagir kir, Ensarûlîslam li gor planên ku berê hatibû dariştin, dikevin axa Îranê û ji aliyê Sipahê Pasdaran ve têne pêşvazîkirin. Pêşvazî û bicihkirina van koman biryargeha “Şehramfer” -biryargehek girêdayî Sipahê Pasdaran- ku navenda wê bajarê Sine ye, girte ser milê xwe. Ev grûpên çekdar di baregehên ku berê hatibûn amade kirin, di bajarên wek Merîvan, Servabad, Ciwanro û Pave de bi cih dibin.

Mizgeftên Rojava bikar tînin

Ensarûlîslam dema xwe ya niha di Îranê de wek pêvajoya bêçalaktiyê binav dikin. di van deman de karên ku dikin evin:
* Dewet(propaganda û rêxistin)
*  Hişyarî û dema pêwîst bike tehdît û tirsandina kesên ji rêderketî û muxalifan
*  Perwerdeyên fikrî û leşkerî
*  Rêxistinkirina misilmanên cidî û jidil
*  Komkirina alîkariyên madî
* Avakirina dendika veşartî a çalakiyan ji bo dema din ku dema bihêzbûn û cihada wan bi kafir û jirêderketiyan e!
Bi awayekî aşkere li mizgeftan propagandaya xwe dikin. Bi dehan mizgeftên wan hene ku bi taybet li bajarên derûdora Sine û bajarên wek Ciwanro, Seqiz û Bokanê gelek zêde ne. Li wan mizgeftan xutbeyên bi naveroka tekîda li ser pêşxistina radîkal a dîn, belavkirina selefîgeriyê, dijbertî li gel her cure fikrên nûjen û hewd. Têne dayîn. Di dema nimêjên Înê de gurpek ji endamên Ensarûlîslam jî hertim di mizgeftan û di nav xelkê de xwe bicih dikin û erka wan ewe ku ciwanên radîkal nasbikin û ber bi xwe ve bikşînin. Piraniya van ciwanan dibine biryargeha fermî a Ensarûlîslamê ku li Dezlî yan jî Servabadê ku herdû jî li Merîvanê ne. Piştî perwerdeya ku ji wan re tê dayîn, ji bo ku beşdarî cîhadê ango şer bibin radestî Ensarûlîslamî yên Başûrê Kurdistanê têne kirin da ku tevlî çalakiyan bibin û şehîd bibin!!

Urmiye kirine navend
Xebatên Cemaeta dewet û îslahê ku rêxistinek Ensarûlîslamê ye, yek ji navendên wan bajarê Urmiyê ye. ji ber ku hem bajarek mezine û gelek netew û olên cuda di nav xwe de dihewîne û hemû jî gelek xwendevan ji bajarên derûdor li vê bajarê hene. Tevgera Seyîd Kemalîzade, Cemaeta dewet û îslahê ku tevgera herî bihêzin. Di du mizgeftên mezin ên bajêr de xwe birêxistin dikin. yek mezigefta Muhemed Şafîı (navendî) ku piranî Kurdên Sunî li wir nimêj dikin. Li gel nimêjê li wê mizgeftê çapxane, pirtûkxane, kursên tefsîr û herwiha kursên kamputer û verzîşê jî danîne! Mizgeftek din jî mizgefta Qudse ku li taxa Kurdan a bi nav û deng a Îslamabadê ye. Ji xwe navenda dînî a Selaheddînê Eyûbî ji mêj veye ku li wir ava bûye. Herwiha propagandayên xwe di taxên Urmiyê wek Dizecsiyaveş, Koştargah û gundên Bend, Sîlvana û herêmên Mirgever û Tilgever dikin.  

Hêzên çektar ên veşartî
Ev xebatên aşkere ne lê xebatên veşartî hene ku ew jî wiha ne; dendika çekdar a veşartî ku li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xwe bicih kirine, lê hêjmara wan nayê zanîn. Xwe wek dendika sekinî jî binav dikin, ango dema pêvajoya çalakiyê bi gotina wan wê wek hêrsa xwedê bi ser jirêderketiyan ve bibarin! Perwerdeya wan piranî ji bo şerê li bajarane, wek; teqandina bombeyan, şerê kolanan û şerê mal bi mal. Herwiha navenda wan a Selaheddînê Eyûbî ku li gelek welatên herêmê xebatên aborî-tîcarî dikin, di bin navê alîkarî ji misilmanên hejar û guneh de alîkariyan kom dikin.
Li gel têkîliya bi Sipahê Pasdarana Îranê bi welatên herêmê wek Erebistan û Pakistanê re û bi saziyên îstîxbaretên Îngîlîstan û DYA re têkîliyên wan heye. herwiha behsa têkîliyên baş ên yek ji serokên Ensarûlîslamê, Tehsîn Melaelî bi rayedarên Tirk re jî tê kirin.

Mabest lawazkirina têkoşîna netewî ye
Armanca avakirina medereseyên olî ji bo pêşxistina selefîgerî û vehabîtiyê li Kurdistanê, nûkirina xilafeta îslamiye û bêbandorakirina tevgerên demokratîk û azadîxwaz ên gelane. Bi taybet dixwazin pêşî li pêşketina bîrdoziya Rêberê Gelê Kiurd ku Kurdê azad armanc dike, bigirin. Herwiha bi nîşandayîna tevgera azadiyê wek tevgerek li dijî dîn û dij propagandayên ku tevgera azadiyê dixwaze bi pêşxistina olên beriya Îslamê Kurdan kafir bikin! Cih ji xwe re li Kurdistanê vedikin. Bêguman wê ev helwesta wan negihêje encaman. Ji ber ku asta fama civakî û siyasî a Kurdan ne wek berê ye û nabe ku kes bi amûr û şêwazên paşverû bixwaze Kurdan biceribîne. Lê ev nayê wê wateyê ku xeter û tehdîdên li pişt van planên navnetewî ji nedîtî ve were û tekoşînek li hember wan neyê meşandin. Ji ber  ku êdî dem hatiye ku Kurd bixwe bi vîna xwe ya azad biryara jiyana azad û wekhev bidin.


GELEWÊJ EWRÎN