Di pêşangeha hunerî ya li welatê Romanyayê de du hunermendên wênesaz ên ji Başûrê Kurdistanê, Heme Haşim û Nermîn Mistefa jî beşdar bûn.
Heme Haşim derbarê pêşangehê de axivî û got: “Di sempozîsyomê de ku li keleha bajarê Ardud hat lidarxistin, her hunermend bi şêwaz û stîla xwe ya taybet beşdar bûn. Her wiha em ê roja 17’ê Îlonê jî li bajarê Santmari berhemên xwe pêşkêş bikin.”
Hunermend Heme Haşim diyar kir ku bi 5 tabloyên wêneya beşdar bûye û got ku wê sibê (îro) beşdarî pêşengehek din jî bibe.
HANA AZAD / SILÊMANÎ