Li bajarên Moskov û Saratov ên Federasyona Rûsyayê, komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di salvegera 19’an de hate şermezarkirin. Di çalakiyan de, Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî hatin bîranîn.

Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskovê, bi pêşengiya Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Kurd li Navenda Çanda Kurd li hev civiyan. Civînê bi rêzgirtina ji bo bîranîna Mam Celal û hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Li gel nûnerên saziyên Kurdan ên li Moskovê, nûnerê YNK’ê yê li Moskovê Şexawan Herkî, Nûnerê Kantonên Rojava yê li Moskovê Rodî Osman û Nûnerê KNK’ê yê Rûsyayê Salahattîn Soro beşdarî civîna bîranînê bûn.

Di civînê de, hemû dewletên ku cihê xwe di komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de girtî hatin şermezarkirin û tecrîdkirina Ocalan hat protestokirin.

Beşdarên civînê, Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî jî bi bîr anîn.


Bi çalakiyan bêbextî rûreş kirin

Kurdistaniyên li navçeyên Dergeçiye û Erşov ên bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê jî komploya 9’ê Cotmehê bi çalakiyan şermezar kir.

Kurdistanî li ber avahiya Çanda Kurdan a li Dergeçiyeyê civiyan, posterên Ocalan hilgirtin û komploya navneteweyî şermezar kirin. Endamê Meclîsa Gel a Saratovê Velît Şaban li vir axivî û got, “Hêzên komploger li pêşberî tecrîdkirina giran a li Îmraliyê bêdeng in. Komploger dîsa li pey lîstikeke qirêj in. Divê gelê me pêşî li vê lîstika qirêj bigire û xwedî li Rêberê xwe derkeve.”

Li navçeya Erşovê jî, Kurdistaniyan komplo bi civînekê şermezar kir. Civîn li avahiya Otonomiya Çanda Kurd pêk hat û Kurdistanî û dostên wan beşdarî civînê bûn.

Endamê Rêveberiya Otonomiya Çanda Kurd Mûrat Şêxo li vir peyivî û got, “Komplo di dîroka Kurdistanê de deqeke reş û tarî ye. Gelê Kurd çiqasî xwedî li rêberê xwe derkeve, wê xwe ji vê deqê rizgar bike. Pêwîst e gelê Kurd li her cihê lê, xwedî li Rêberê xwe derkeve û li dijî tecrîda şidandî têbikoşe.” 


ANF / MOSKOV