Li bajarê Merzîg ê eyaleta Saarland a Elmanyayê bi mijara "Ji bo Kobanê spasdarî û bila qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê were rakirin" di çarçoveya qebûla biharê de panelek hat lidarxistin.
Panel ji aliyê komeleya "Atkion 3. Welt Saar" ve hat organîzekirin û Şaredarê Merzîgê, parlamenterên ji partiyên CDU, SPD, Kesk, Die Linke û Pirate, nûnerên gelek sazî û partiyan amade bûn. Tevî Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Saarlandê Gernas Gezîcî û Remziye Eke, siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak jî hatin vexwendin.
Axaftina vekirinê ya panelê ji aliyê rêveberê Atkin 3. Welt Saar Gertrûd Selzer ve hat kirin. Selzer destnîşan kir ku Kurdan, çi jin û çi mêr li Rojava bi taybetî jî li Kobanê li hemberî hovîtiyê li ber xwe daye.
Selzer da zanîn ku bi destpêkirina biharê re serketina xwe ragihandine û got, "Û barbar ji xaka xwe qewirandin." Selzer diyar kir ku divê gelê Elman spasiya xwe pêşkêşî YPG, YPJ û HPG'ê bike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi têkoşîna wan îro barbarî şikest û mirovahî bi ser ket. Li gorî hikûmeta Elman Kurdê baş Kurdê mirî ye. Kurdên li Başûr baş in, Kurdên li Rojava nebaş in. Alîkariyê dide Başûrê Kurdistanê, alîkariyê nade Rojava. Halbûkî têkoşîna bingehîn ji aliyê YPG, YPJ û PKK'ê ve tê kirin. Ew Rojava diparêzin. Wan li Şengalê bi hezaran Êzidî rizgar kirin. Lewma em dibêjin: Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê niha betal bikin."
‘Divê qedexe were rakirin’
Piştre Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Saarlandê axivîn û gotin, di ser qedexeya li hemberî PKK'ê re 20 sal derbas bûn û êdî ti wateya wê nemaye. Hevserokan anîn ziman ku di encama têkoşînê destpêkirina nîqaşa li ser qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê watedar e û destnîşan kirin ku divê ev qedexe tavilê were rakirin.
Ji organîzatorên qebûla biharê (Fruhlingsempfang) Rudolf Roder ku birêveberê Aktion 3. Welt Saarê ye, ji rojnameya me re peyivî û got, me xwest fikra xwe ya dibiwara betalkirina qedexekirina PKK´ê de careke din parve bikin û heman derfetê bidin dostên xwe yên Kurd ku li ber raya giştî careke din heman dozê bikin. Roder balkişand amadebûna parlemanterê eyaletê yên CDU´yî (Stefan Palm), SPD´yî (Petra Berg, Stefan Krutten), ji Partiya Kesk ( Hubert Ulrich) û parlemanterê federal ê Partiya Çep Thomas Lutze bi bîr xist û got, hemûyan careke din li fikra me guhdarî kir.
Roder wekî din bi bîr xist ku ji sala 1993´yan ve ew li dijî qedexeya PKK´ê ne û berxwedana Kurdan bi pêşengya PKK´ê li dijî DAÎŞ´ê jî weke yekê ji sedeman destnîşan kir. Roder got, wan Sibata bihurî bexşeke madî a mezin ji bo Kobanê dane nûnerên saziyên Kurd û ji aliyê bankeya Sparkasse Saarbrucken biryara girtina hesabê alîkariya ji bo Kobanê jî bi bîr xist. Roder got, di qebûla biharê de dema wan behsa mijarê kiriye SPD´yiyên hazir ecêbmayî mane, lewma şaredara bajêr a SPD´yî Charlotte Britz di heman demê de di birêveberiya bankeyê de cihê xwe digire.
Rêder di beware mijarê de got, "di siyaseta heyî de hikûmet hîna KUrdan dike du beş: yên siyseten qenc û yên xirab weke mînak PKK." Roder dibêje bi vê jî rê li ber alîkariya sîlehan ji bo Kurdan vedibe, lê ji bo Kurdên ku herî zêde barê berxwedanê hildigirin (PKK, PYD, YPG) mexdûrkirin jî dewam dike.
‘Di felsefeya Kurdan de mirin û kuştin nîne’
Siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak jî li panelê axaftinek kir. Kavak diyar kir ku Kurd ji şer hez nakin, ji ber ku neçar maye şer dike û got, "Li hemberî xaka me êrîş heye. Êrîşî jinên me dikin. Li hemberî vê jî em xwe diparêzin. Ji neçarî em şer dikin. Di felsefeya Kurdan de mirin û kuştin nîne. Eger barbariya DAIŞ'ê nebûya, Kurd û gelên din wê li Kantonên Rojava di nava aştî û aramiyê de bijiya. Şert û mercên vê hatibûn avakirin."
Kavak got, "Eger HPG, YPG û YJA nebûya, DAIŞ wê biketibûya destê barbarên DAIŞ'ê" û destnîşan kir ku afirînera sereke ya şoreşa jin e. Kavak da zanîn ku şoreşa Rojava ji aliyê jinê ve hatiye qezençkirin û ev şoreşa jinê ya li Rojava, cîhanê ronî dike.
Kavak diyar kir ku li hemberî hemû barbaran, hêzên xwe bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xemilandine li ber xwe didin û weha peyivî, "Mixabin PKKya li Rojhilata Navîn li hemberî vê barbariyê li ber xwe dide di lîsteya 'terorê' ya Ewrûpayê de ye. Li Elmanyayê hînê qedexe ye û ji ber vê yekê bi hezaran Kurd hatin mexdûrkirin. Ev qedexe neheqî ye û em dixwazin bê rakirin. Ji bo rakirina vê qedexeyê hûn dostên me divê di nava hewldaneke xurtir de bin."
Li dû axaftinan Arjîn Gulbahçe û Velî Dapar bi stranên xwe derketin pêşberî beşdaran.
SAARBRUCKEN