Kurdên li bajarê Salzburg yê Awûstûryayê jiyan dikin, Newroz bi pêkanîna şahiyekê pîroz kirin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiya ku li salona St. Elîsabeht ya ji aliyê Komeleya Çanda Kurd ve hatî organîze kirinbûn. i pîrozbahiyê de sînevîzyonekî ku dîroka Newrozê vedibêje hate pêşandan. Pîrozbahiya ku pêşkêşvantiya wê Baran Dem kir, Delîl Xidir, Bawer Can, Cesîm, Walîde Efrîn, Veger Baran û Firat, Aso û Koma Dem derketin ser dikê. Bi stranên hunermendan beşdarvana demên xweş jiyan kir. Pîrozbahiyê heya direngî şev bi girêdana govendê dom kir. Daxuyaniya ku ji aliyê komîteya amadekar ya Newrozê ve hatî kirin, hate ragihandin ku kampanya alîkariyê ya ji bo gelê Rojava hatî destpêkirin, ew dê hemû dahata Newrozê ji gelê Rojava re bişînin. Pîrozbahiyên Newrozê di roja Şemiyê ya pêşiya me de li Viyana, Graz, Innsburuck û Brengez yên Awûstûryayê ji aliyê Kurdan ve bên pîroz kirin.
Li Munîhê agirê Newrozê
Pîrozbahiya ku li Munîhê bi tevlîbûna hezaran zêdetir Kurd û dostên Kurdan hate pîroz kirin. Di pîrozbahiya ku Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bi telefonê tevlîbûyî, nivîskar Haydar Işik, rêveberê YEK-KOM’e Bahatîn Dogan, endama berê ya Parlementoya Ewropayê Feleknas Uca jî amadebû. Di pîrozbahiyê de Sengul Pak, Marge-Rezan-Zozan, Hasan Saglam, Azad Avaşîn, Çetîn Oraner û Hozan Seyîdxan derketin ser dikê.
MUNÎH/SALZBURG