Di civînê de piştgiriya bi xelkê Serêkaniyê re hat kirin û berxwedana Yekîneyên Parastina Gel-YPGê li hemberî komên çete hat silavkirin.
Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di civînê de li ser nirxê şehadetê di dîroka gelan de axaftinek kir. Endamê Tev-Dem'ê di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rolaşehîdan di rizgarkirina mirovan de got, bi saya keda hezaran keç û xortên Kurd, li Rojavayê Kurdistanê destketiyên mezin derketin holê.
Endamê Saziya Malbatê Şehîdan, parêzer Hesen Ebdella jî di axaftina xwe de diyar kir ku erka pêşengiya pêvajoyê dikeve ser milê wan.
ANF/ŞAM