Kurdên li paytexeta Sûriyê Şamê jiyan dikin, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ser Qereçox, Dirbasiyê, Şengal, Efrînê û herêmên din ên Bakurê Sûriyê pêk hatin, meşek li dar xistin. Meş li ber Qada Şehîdan hate destpêkirin û di kolanên taxê de dewam kir. Xwediyên dîkanan jî dîkanên xwe girtin û tevlî meşê bûn. Meşvanan alên Kurdî, ala YPG û YPJ`ê rakiribûn û pankêrtên bi nivîsên “YPG`ê misogeriya azadiya gelên Rojava û Sûriyêye”,”Bêdengbûna navneteweyî  derbarê êrîşên terorê yên Erdogan li ser Kurdistanê” vekiribûn.

Meş li taxê veghurî mîtîngê. Paşê Endamê TEV-DEM`ê Mihemed Îbiş axivî û da zanîn ku piştî ku xewna Erdogan ya Osmanî li Sûriyê û Rojava têk çû, ev êrîş pêk anîn û wiha dom kir: “Êrîşa herî dawî bi piştgiriya PDK û serokê wê Barazanî pêk hat da ku projeya federalî ya Bakurê Sûriyê têk bibe.”

Îbiş di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di van kêliyan de şer li ser sînorê Efrîn  û Dirbasiyê heye û şervanên me bersiva tund didin hêzên toranî û sînorê Rojava diparêzin.”

Mîtîng bi dûrişmeya silavkirina berxwedana YPG/YPJ û şermezarkirina terora Erdogan bi dawî bû. 


 ŞAM