Di meş û mitîngên ku pêk tên de partiya Yekitiya Demokratîk PYD roleke giring dilîze û xwedî girseya herîm ezin a gel e.
Ji bilî bajarên Rojavayê Kurdıstanê Kurd bi rengekî berfireh li bajarên sereke ên Sûriyeyê Şam û Helebê jî dijîn û li wan cihên ku lê dijîn tevli hemû çalakî û xwepêşandanan dibin.
Her wiha bajarê Humsê hê jî rastî destwerdana artêşê tê û artêşê xwe ji bajêr venekişandiye lê gelê bajarên Hums, Hema û Dêra Zorê bi doh bi şev xwepêşandanên gelekî mezin pêk anîn û daxwaza hemû xwepêşandêran hilweşîna rejîma Esad bû.
Li Şamê ji roja pêncşemê ve, taxa Kurdan Riknedîn dorpêçkirî ye û û hêzên ewlekariya Sûriyê û alîgirên Beşar Esed heta niha bi ser gelek malan de girtine û zêdeyî 325 kes binçav kirine. Li gor daxuyaniya Hevahengiya Ciwanên Kurd ya taxên Kurdan li Şamê, alîgirên Esed û hêzên ewlekariyê rêyên taxên Riknedîn, Kîkiyê, Wanlî-1, wanlî-2 û hineke din girtine û hatûçûnê kontrol dikin.
Herwiha dibêjin ew hêz bi ser malên Kurdan de digirin, malan serûbin dikin û heta niha gelek alavên nav malan dizîne û piraniya wan jî tiştên şexsî wek zêr û telefonê destan.
Derbarê rewşa dawî de Hevahengiya Ciwanên Kurd ya taxên Kurdan li Şamê daxwiyand ku heta niha zêdeyî 325 kes hatine girtin, hemû dikan û firoşgeh girtîne û dorpêç jî berdewam e. Hêjayî gotinê ye di xwepêşandanên taxa Kurdan de ciwanekî Kurd canê xwe ji dest dabû û bû yek ji qurbaniyên Kurd di raperîna gelê Sûriyê de, ev jî bûye sedem ku xwepêşandanên Kurdên Şamê berfirehtir bibin û rejîma Sûriyê wê dorpêç bike û bixe jêr kontrolê.
Ji aliyekî din ve, hate ragihandin ku leşkerê Kurd ê bi navê Ebdîn Kemal Reşo dema li leşkeriyê bû bi awayekî gumanbar canê xwe ji dest daye. Leşkerê Kurd Ebddîn Kemal Reşo ji gundê Ûga yê Efrînê ye, li taxa Dahiyêt El-Esed a Şamê leşker bû û bi awayekî nayê zanîn kuştî hatiye dîtin.
ŞAM
Ji PYD’ê semînera rewşa Kurdan
Tevî çalakiyên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Ewrûpa jî xebatên xwe yê rêxistinî dimeşîne. PYD’êli bajarê Elmanya Lohnê semînerek li dar xist û rewşa dawî ya raperîna Başûrê Rojavayê Kurdistanê nirxand.
PYD’ê li li bajarê Elmanya Lohne semînerek li dar xist. Di semînerê de rewşa dawî ya Başûrê Rojavayê Kurdistanê, êrîşên dewleta Surî, daxwazên gelê Kurd yê xweseriya demokratîk û hevgirtina rêkxistinên Kurd hate nirxandin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku divê li rojhilatê Kurdistanê mafê xweseriya demokratîk were dayîn, mafê nasname, ziman û çanda Kurdan were dayîn.
Di axaftinan de li hemberî êrîşên Tirkiye, Îran û hewldanên Sûriye yê li dijî Kurdan banga yekîtiya netewî hate kirin. n LOHN