Di encama du teqînên mezin ên ku îro li paytexta Sûriye Şamê pêk hatin de herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 170 kes jî birîndar bûn. Wezareta karê hûndir jî derbarê teqînê de agahîn dan û diyar kir ku 55 kes hatine kuştin, 372 kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Televîzyona Dewletê ya Sûriye, ya dispêre çavkaniyên Wezareta Tenduristiyê, piştî teqnîna yekîneyên alîkariyê hatin cihê bûyerê û 8 torbe ji parçeyên cenazeyên kesên di teqînan de jiyana xwe ji dest dane tije kirin.
Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a girêdayî Birayên Misilman a ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku di teqînê de 50 kes mirin û zêdetirê 100 kes birîndar bûne. Êrîşa li Kazzazê, dema xelk diçû ser karê xwe, xwendekar diçûn dibistanan pêk hat. Hate diyarkirin ku piraniya kesên hatine kuştin sivîl in.
Ev êrîş, weke mezintirîn êrîşa piştî destpêkirina serhildanên gel ên di adara 2011 de dest pê kirin, tê dîtin. Rejîma Sûriye û Konseya Neteweyî ya Sûriye ya ku bi desteka hêzên rojava hatiye avakirin, ji ber vê teqînê hev du tawanbar dikin.
Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ya bi piştgiriya Tirkiye û Qeterê hat avakirin, bi daxuyaniyekê, rejîma Beşar el Esad berpirsê komkujiya ku îro danê sibê Şamê pêk hat dît. Ji rayedarên Konseyê Samî Necar agahî da AFP’ê û diyar kir ku rejîm bi van êrîşan du peyaman dide; ya yekem, ji bo bêje çavdêrên NY yên li Sûriyeyê di metirsiyê de ne, ya duwem jî, ji bo nîşan bide ku li Sûriyeyê hêzên çekdar û El Qaîde hene.
Serokê koma çavdêran a NY ya li Sûriyeyê General Robert Mood, ji bo rawestandina tundiyê bangewazî kir. Mood piştî teqînê civînek çapemeniyê li dar xist û got; “Em weke civaka navneteweyî bi gelê Sûriyeyê re ne. Ez bang li hemû kesên li Sûriye û derve dikim ku ji bo rawestandina tundiyê hewl bidin.
Herî dawî, li Şamê di 27’ê nîsanê de li Şamê êrîşek xwekujî pêk hat û têde 11 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 

ANF/ŞAM