Weşanxaneya Aramê ji 16’ê Nîsanê û pêve li pey hev dê li Wan, Îzmîr û Amedê fuara pirtûkan pêk bîne. Têkîldarî panelên li fuaran de edîtora weşanxaneya Aramê Zozan Ozkeskîn got: “Em ê di fuarê de panêlên têkîldarê rojnamegerî, weşana Kurdî, Êzîdî û jineolojiyê li dar bixin.”

Weşanxaneya Aram ya ku her sal li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê fuara pirtûkan li dar dixe, îsal jî dê li sê bajarên mezin bi xwendekarên xwe re bê gel hev. Fuara ku wê di 16’ê Nîsanê de li Îzmîrê dest pê bike, di dawiya Nîsanê de li Wanê û heyva Gulanê de jî wê li Amedê pêk were. Di fuaran de ku wê li sê bajarên mezin bên lidarxistin, danasîna 300 pirtûkan wê bê kirin. Ligel danasîna pirtûkan, panel di çerçoveya fuarê de wê bên pêk anîn. Mijarên panelê wê Jineolojî, weşana Kurdî, Êzîdî û rojnamegerî bin. Edîtora Weşanxaneya Aramê Zozan Ozkeskîn têkîldarê fuarê diyar kir ku sala borî eleqeyeke mezin li hemberî fuarê hatiye nîşandan û got, di vê çerçoveyê de daxwaz ji bo fuarê zêde bûne.


Bi fuarê 4 panêlan jî li dar dixin

Zozan da zanîn ku Aram her sal fuara pirtûkan li dar dixe û wiha peyivî: “Em ê li sê bajarên mezin fuaran li dar bixin. Bi fuarê re em ê 4 panêlan jî li dar bixin. Di panêla yekem de ku wê Ayşe Berktay tevlî bibe, Jineolojî wê mijar be, panêla 2. rojnamegerî ye ku Hûseyîn Aykol wê tevlî bibe, panêla 3. wê li ser weşana Kurdî be û panêla 4. jî wê li ser Êzîdiyan be ew jî parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknaz Uca wê beşdar bibe.” Zozan diyar kir ku sala borî eleqeyeke mezin li hember fuara pirtûkan hatiye nîşandan û got, wan amadekariyeke berfireh kiriye.


Bi 300 pirtûkên cuda tevlî fuarê dibin

Zozan destnîşan kir ku fuar ji bo xwendekaran dibe avantajeke mezin û wiha pê de çû: “Sûdên fuarê ew in ku em dikarin xwe bighînin gelek bîrdozî û komên cuda. Eleqeyeke mezin li hemberî fuaran heye, ew jî pirranî ciwan nîşan didin. Li hember parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Seta Akademiyên Zanista Civakî û Sakîne Cansiz elaqe zêde ye. Di fuara îsal de li gorî salên borî 50’î pirtûkên cuda û nû hene û em ê bi 300 pirtûkên cuda tevlî fuara îsal bibin.” Zozan di dawiyê de jî got, “Em li benda elaqeya mezin a jin û ciwanan in ku her sal me bi tenê nahêlin.” 


 AMED