Li Dortmûndê, Kemal Kûrkût ê ku ji aliyê hêzên dewletê ve di Newrozê de hat kuştin, li Lîmbûrgê şervanê YPG’ê îslam Altûndag û li Grîngy jî gerîlayê HPG’ê Şervan Korkmaz hatin bibîranîn.

Kemal Kûrkût ê ku ji aliyê hêzên dewletê ve di Newrozê de hat kuştin, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hat bibîranîn. Di merasîma bîranînê de kekê Kûrkût Ercan Kûrkût, nûnerên gelek saziyan û Kurdistanî amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê FEDA Pîr Mûstafa Aslan axivî û diyar kir, Kûrkût şehîd ket û ber bi heq ve meşiya.

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim axifî û got ku dijminê Kurdan îro gihîştine asteke barbar û anî ziman, kuştina xwendekarekî mîna Kemal Kûrkût bi rengekî hovane, nîşan dide bê dijminatiya rejîma AKP’ê ya li Kurdan gihîştiye kîjan astê. Muslim ji malbata Kûrkût û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Li ser navê NAV-DEM’ê jî Fatoş Goksûngûr axivî û got, “Li hemberî me dijminekî welê barbar heye ku pirtûka helbestan a di çenteyê wî de weke bombeyê, kemana wî jî weke çekê dibîne.”

Li ser navê malbatê jî Ercan Kûrkût spasiya her kesî kir, ku êşa wan parve kirine û got, „Di şexsê wî de hemû hevrêyên dilê xwe ji Kurdistanê hiştine, têkoşîna me ronî dikin.” Li ser navê KOMAW’ê Ahmet Aktaş jî got, “Kemal Kûrkût zarok û şehîdê gelê Kurd e. Kûrkût sembola Newroza îsal e.”


Li Lîmbûrg û Grîgny bîranîn

Li bajarê Lîmbûrg ê Elmanyayê, şervanê YPG’ê Îslam Altûndag (Şervan Cûdî) ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest da, hat bibîarnîn.

Li ser navê malbatê Ramazan Bafeyî serdanên sersaxiyê qebûl kir.

Merasîma bîranînê li gundê Elsoffê bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Cûdî, ku bi xwe ji gundê Bafe yê navçeya Hezex a Şirnexê ye, di 6’ê Adara 2017’an de li nêzî Reqayê di şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.

Gerîlayê HPG’ê Mahsûn Ozer (Şervan Korkmaz), ku li Dersîmê di 13’ê Nîsana 2015’an de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Grîgny ê Fransayê hat bibîranîn.  Li dû deqeyeke rêzgirtinê endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Fransayê Xeyrî Ûlûdag axivî. Ji xizmên şehîd Leyla û Mûstafa Seven jî gotin, “Ew ne tenê şehîdê me ye, ew şehîdê tevahiya Kurdistanê ye. Em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.“


 DORTMUND