Ji bo sê jinên şoreşger ên di asla 2013’an de li Parîsê hatin kuştin, li bajarê Frankfûrt, Hamburg ên Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiyên bi daxwaza edaletê hatin lidarxistin. Çalakgeran posterên şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hilgirtin û bang li dewleta Fransayê kirin, ku bes bêdeng bimîne û kiryarên li pişt komkujiyê eşkere bike. Di çalakiyan de dirûşmên “Me ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin”, “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”, “Jin Jiyan Azadî” hatin qîrîn. 


FRANKFURT