Navenda Çapemeniya QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku di 14’ê Adarê de li dijî başûr û rojavayê Şedadê dest pê kiribûn, dewam dikin. Çete bi teqwiyeya ku ji Dere Zor û ji Reqqa tînin, êrîşên xwe nû dikin. Çete di van êrîşan de hejmarek zedê top û maşînên zirxî bi kar tînin."
QSD´ê da zanîn ku êriş li gundên Elwa û Ezawî yên li başûrê Şedadê û gundê Mekmen ê li rojavayê Şedadê û hin nuqteyen rojhilatê Şedadê dewam dikin. Ji daxuyaniyê eşkere dibe ku pêr bi şev êrişa herî dawî li gundê Elwa pêk hatiye û ev êriş ji aliyê QSD´ê ve hatiye şikandin. QSD weha dawiyê li daxuyaniya xwe tîne: " Bi qasî ku hatiye zelalkirin li gundê Elwa û derdora wê 30 çete, li rojhilatê Şedadê jî 13 çete hatin kuştin.”
Êrîşên li dijî Şêxmeqsud û Tişrînê dewam dikin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê û Bendava Tişrîn a Kobanê dewam dikin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û da zanîn ku "Êrîşên komên çete ên bi navê Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê" dewam dikin.
YPG got, di vê çarçoveyê de "16’ê Adarê saet di 19.00’an de komên çeteyan bi fûzeyên Girad, çekên giran û topên cehenemê li dijî cih û warên sivîlan û nuqteyên YPG’ê yên taxa Şêx Meqsud" êriş pêk anîne.
YPG wekî din dide zanîn ku heman rojê "di navbera saetên 08.00 û 15.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser rojavayê bendava Tişrîn" a li kantona Kobanê, û ev êriş jî hatiye şikandin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Nasnameyên 9 pakrewanan hatin eşkerekirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 9 cangoriyên di demên cihê de di pêngava "Xezeba Xabûrê" de jiyana xwe ji dest dayî û şervanekî li Dêrikê jiyana xwe ji dest dayî eşkere kir.
YPG´ê li ser Xezeba Xabûrê got, “Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (QSD) pêngava ‘Xezeba Xabûr’ da destpêkirin û di dîroka gelê Kurd û Ereb, Xiristiyan, Turkman de vejînekî nû afirand. Di vê pêngava pîroz de Rojavayê Kurdistanê bi awayekî serkeftî roj bi roj ji komên çete xilas dibe. Her wiha gelên me yên herêmê jî bi tevahî ji felsefeya tarîtiyê ya DAIŞ’ê xilas dibe.”
YPG´ê got, "Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo hemû malbatên şehîdan û gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê tekoşîna ku Edûlên kezîdirêj û Derwêşên xwedî mertal, bibin heya dawî.”
Li gorî daxuyaniyê Mesûd Seed ê bi navê şervan Berxwedan Qamişlo 14.03.2016´an li Şedadê, li devera Elwa Şerqî jiyana xwe ji dest da; Rodî Refî yê bi navê şervan Diyar Hesekê 15.03.2016´an li Şedadê, li devera Ezawî jiyana xwe ji dest da; Xidir Mihemed ê bi navê şervan Egîd Hesekê 13.03.2016´an li Şedadê, li devera Ezawî jiyana xwe ji dest da; Yusuf Hisên ê bi navê şervan Macid Hesekê 13.03.2016´an li Şedadê, li devera Ezawî jiyana xwe ji dest da; Ayîd Mehmud ê bi navê şervan Mazlum Qamişlo 14.03.2016´an li Şedadê, li devera Elwa Şerqî jiyana xwe ji dest da; Mehmet Sumer ê bi navê şervan Mordem Zagros 15.03.2016´an li Dêrikê jiyana xwe ji dest da; Mehmet Zekî Gun ê bi navê şervan Rizgar Roj 14.03.2016´an li Şedadê jiyana xwe ji dest da; Mustafa Onur ê bi navê şervan Ronî Robîn 08.03.2016´an li Şedadê, li devera Um Midfeh jiyana xwe ji dest da; Mihsin El-Xidir ê bi navê şervan Şah Qamişlo 14.03.2016´an li Şedadê, li devera Elwa Şerqî jiyana xwe ji dest da; Toma Soma yê bi navê şervan Şervan Tirbesipiyê 14.03.2016´an li Şedadê, li devera Elwa Şerqî jiyana xwe ji dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN