Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi armanca birêxistinkirina welatiyan li herêma Şedadê, ji bo şêniyên 40 gundên herêma Ecaca ya Şedadê civîn li dar xist. Civîn bi beşdarbûna nûnerên her 40 gundî, her weha endamên TEV-DEM’ê li gundê Ecaca hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê hate destpêkirin.
Paşê Endamê Rêveber ê TEV-DEM’ê Ehmed Efendî axivî û bal kişand ser girîngiya xwerêxistinkirina civakê û got, bingeha sereke ya rêxistinkirina civaka demorkatîk avakirina komînan e. Efendî di dewama axaftina xwe de berxwedana hêzên QSD’ê ya rizgarkirina herêmê anî ziman û da zanîn ku pêwîst e gelê herêmê di vê demê de xwe bi rêxistin bike da ku serketinên hatine bidestxistin bêne mayindekirin.
Efendî, her wiha sîstema federaliya demorkatîk a Rojava-Bakurê Sûriyê jî pênase kir û da zanîn ku sîstema federaliya demokratîk xwe dispêre rêxistinkirina civakê di nava komîn û meclîsan de û avakirina komînan bi rêya herî guncaw a rêxistinkirina civakê pênase kir.
Gund bi gund xwerêveberî
Piştî axaftina Ehmed bi dawî bû beşdarên civînê mijara avakirina komînan û çareserkirina pirsgirêkên civakê nîqaş kir. Welatiyan destnîşan kir ku ew niha bi aramî li malên xwe dijîn û got, pêdiviya wan bi hin mijarên xizmetguzarî yên wekî elektrîk, av, nan û herwekî din heye. Li se vê yekê jî Efendî bersiva welatiyan da û got, di rêya rêxistinkirina civakê de dê hemû pirsgirêk bêne çaresrekirin.
Di encama nîqaşan de her weha plana avakirina komînên gundan hat kirin û hat gotin, gund bi gund civîn wê bêne lidarxistin û komîn bêne avakirin.
HESEKE