Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ji bo kedkara çapameniyê Eylul Nûhilat got: “Di şexsê Şehîd Eylul de em hemû şehîdên çapemeniya azad bibîr tînin. Têkoşîna Şehîd Eylul wê rêya me ronî bike. Bi ruhê Arînan, Agiriyan û Eylulan, em ê her tim şopdarên şehîdên xwe bin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiya jinê di asta herî bilind de dimeşînin. Heya dawî em şopdarên rêya wan in û dirûşmeya ‘an serketin an serketin‘, wê her tim dirûşma me be.”

Nasnameya kedkara çapemeniyê ya YPJ’ê bi vî rengî ye: Ronahî Omer a bi navê şervan Eylul Nûhilat a weke keça Welîde û Xalid li Dêrikê ji dayikbûyî. 


NAVENDA NÛÇEYAN